Xwekujekî xwe li xala kontrolê teqand

19-01-2018
RÛDAW
Nîşan Xwekuj DAIŞ Ezaz
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku li bajarê Ezazê yê Sûriyê DAIŞê bi tankera avê êrîşeke xwekujî pêk aniye. Di êrîşê de ji 4 xwekujên DAIŞî yekî xwe teqandiye û her sê êrîşkarên din jî hatine kuştin.

 

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hêzên Artaşa Azad a Sûriyê li gundê Suçço yê girêdayî bajarê Ezezê di xaleke kontrole de barhilgirek rawestandin. Dema barhilgir  tê control kirin 10 kesên di barhilgirê de direvin.

 

Hat ragihandin ku di wê demê de ji 4 xwekujên DAIŞî yekî xwe teqandiye û her sêyên din ji aliyê hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ve hatine kuştin. Herwiha zarokek û 3 jin bi giştî 5 kesên din xwe radestî hêzên artêşa navbirî kirine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst