Şam (Rûdaw) - Bi sirûd, sembolên neteweyî û govendên Kurdan, bi sedan Kurdên niştecihên Şamê li taxa Meşrû Dumerê Cejna Newrozê ya 2026an pîroz kir.
Pîrozbahiya Newroza îsal xwedî taybetmendiyeke cihê bû, ji ber ku cara yekem bi awayekî fermî wekî cejneke niştimanî li Sûriyeyê hat naskirin.
Hena Baliya ku welatiyeke Kurd a ji Kobaniyê ye, beşdarî pîrozbahiya li Şamê bû.
Hena Baliyê bi dilxweşiyeke mezin ji Rûdawê re got, "Ez îro bi hezaran kêfxweş im. Sal û nîvek bû ez li Minbicê bûm û min bi hesreteke mezin dixwest ez vê rojê bibînim."
Wê di berdewamiya axaftina xwe de got, "Ez bi rêyeke gelekî zehmet û dijwar gihîştim vê derê.
Min tim ji xwe dipirsî gelo ez dê bikaribim wê rojê bibînim an na? Spas ji Xwedê re min dît û ez gelekî kêfxweş im."
Newroz: Ji cejneke neteweyî ber bi cejneke niştimanî ve
Li gorî mersûma hejmar 13an a Serokê Sûriyeyê, îsal cara yekem Newroz wekî cejneke niştimanî ya Sûriyeyê hat qebûlkirin.
Ev yek wekî gaveke girîng ji bo naskirina mafên Kurdan ên li wî welatî tê dîtin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer derbarê vê gavê de got:
"Ev gava yekem e û em dê têkoşîna xwe bidomînin.
Mafên gelê Kurd tenê bi ziman û çandê sînordar nabin, di heman demê de mafekî siyasî û neteweyî ne."
Omer her wiha anî zimên, "Em dê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan û bidestxistina mafên xwe yên destûrî xebatên xwe bidomînin."
Newroza li Şamê li du navendên cihê hat pîrozkirin.
Ji xeynî welatiyan, şandeyên balyozxaneyan û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê jî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Her wiha di asta berpirsên herêmê de, Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Îsa û Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Hisîçayê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) çûn Şamê û tevlî aheng û şahiya welatiyan bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse