Li Eyn Îsayê êrişî malbatên Kurd tê kirin: 'Ereb gefê li me dixwin'

2 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Nivîsên ku li ser dikana Kurdekî hatine nivîsandin / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw Grafîk
Nivîsên ku li ser dikana Kurdekî hatine nivîsandin / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw Grafîk
Nîşan Eyn Îsa Kurd Ereb Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Eyn Îsayê yê parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê Kurd rûbirûyî êriş, gef û zextên giran tên.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, li ser dikanên welatiyên Kurd dirûşmên nijadperest hatine nivîsandin.

Êrişkaran li ser deriyên dikanan nivîsandiye ku ev kes "Qendîlî" û "PKKyî" ne û bi vî rengî wan Kurd kirine armanc.

Rê nayê dayîn ku Kurd dikanên xwe vekin.

Her wiha eşkere gef li Kurdan tê xwarin ku ji bajêr derkevin.

"50 sal in em li vir in"

Welatiyê Kurd Ehmed Xelîl beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Ehmed Xelîl wiha axivî:

"Li Eyn Îsayê 54 dikanên Kurdan û 113 malbatên Kurd hene.

Erebên li vir gefê li me dixwin û dibêjin 'hûn Kurd in, divê hûn herin bajarên xwe û ji vir derkevin'.

Êrişî otomobîlên me dikin, kevir û guleyan bi ser malên me de dibarînin.

Em 40-50 sal in li vir dijîn, ma em xwe bikujin? Em mal û milkê xwe ji kê re bihêlin?"

Ehmed Xelîl her wiha da zanîn ku li gundê Cehbelê yê çoltera Eyn Îsayê jî êrişî Kurdan hatiye kirin.

Di encama wê êrişê de 2 kes birîndar bûne.

Li navenda bajêr jî êrişî dikaneke cil û bergan hatiye kirin û gefa şewitandinê li xwediyê dikanê hatiye xwarin eger ew ji bajêr bar neke.

20 malbat koçber bûn

Ehmed Xelîl ragihand ku ev gef û êriş 4 roj in didomin.

Ji ber van êrişan heta niha 20 malbatên Kurd neçar mane ku ji Eyn Îsayê derkevin.

Wan malbatan ji ber tirsa canê xwe biryar daye ku êdî venegerin.

Ehmed Xelîl li ser hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê got:

"Me serî li rûspiyên eşîrên Ereban ên li Eyn Îsayê daye lê wan tenê gotiye 'em wan kesan nas nakin'.

Her wiha em çûn cem Hêzên Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Sûriyeyê jî.

Wan jî bi hinceta ku 'em li vir nû ne û hêza me kêm e' xwe ji berpirsyariyê dûr xist."

Eyn Îsa bajarokekî stratejîk e li çoltera Reqayê ku dikeve ser rêya navneteweyî ya M4ê.

Ev bajarok berê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.

Li gorî peymana 18ê Kanûna Paşîn HSD ji wî bajarokî vekişiya û ew radestî hikûmeta Sûriyeyê kir.

Ji 19ê Kanûna Paşîn ve ew bajarok di destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst