Şam (Rûdaw) - Li taxa Tedamunê ya Şama paytexta Sûriyeyê komkujiyeke bi xwîn a ku bi destê rejîma berê pêk hatibû hat bibîranîn.
Piştî 13 salan, berpirsê yekem ê komkujiyê yê bi navê Emced Yûsif hat girtin.
Endamê Hêzên Ewlehiyê Elî Neqres kêfxweşiya xwe ya ji bo girtina Emced Yûsif anî zimên û got:
"Em hatin malbat û zarokên şehîdan bikin pîroz dikin. Bavê hevalê min şehîd e û 5 zarokên apên min jî şehîd in.
Min dorpêç nedît û devera me di bin kontrola rejîmê de bû lê em gelekî kêfxweş in ku em bi ser ketin û ev tawanbar hat girtin.
Em ji dewletê dixwazin ku her kesê di van komkujiyan de alîkar be were girtin û cezakirin."
“Bila tiştê bi serê me de hat bibînin”
Xelkê taxê û malbatên qurbaniyan komkujî bi bîr anî.
Wan ji nûnerên xwe yên li Meclisa Gel a Sûriyeyê (Parlamentoya Sûriyeyê) xwest ku dadmendî pêk were.
Ela Mihemed ku yek ji kesûkarên qurbaniyan e wiha axivî:
“Bila tiştê bi serê me de hat bibînin. Ev 14 sal in em aware ne. Bavê min hat kuştin.
Em tenê hiştin û çû ji bo ku li hemberî zilmê derkeve û bindestan biparêze."
“Dê ti sûcdar ji cezayê nereve”
Parlamenterê Sûriyeyê Dr. Husam Hemdan bal kişand ser cezakirina sûcdaran û wiha pê de çû:
"Dosyeya yekemîn ku li pêşiya Parlamentoya Sûriyeyê ye, dosyeya dadweriya veguhêz e.
Her kesê ku destê wî di xwîna xelkê Sûriyeyê de hebe dê were cezakirin. Ez ducare dikim, her kes dê were cezakirin.
Ev yek ji wan komkujiyan bû ku bi telefonên wan hat belgekirin lê bi hezaran komkujî li ser hemû xaka Sûriyeyê pêk hatin. Dê ti sûcdar ji cezayê nereve."
Komkujiya Tedamunê: 288 qurbanî
Li gorî amarên belgekirî, 2013an li taxa Tedamunê 41 sivîl bi guleyan hatin kuştin û termên wan hatin şewitandin.
Lê belê, niştecihên taxê navên 288 kesî tomar kirine ku bi destê efser û leşkerên rejîma berê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse