Neteweyên Yekbûyî ji bo 10,3 milyon Sûriyeyî daxwaza 3,19 milyar dolarî dike

25-07-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Neteweyên Yekbûyî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ji bo alîkariya 10,3 milyon Sûriyeyiyan heta dawiya salê pêwîstiya wan bi 3,19 milyar dolarên Amerîkî heye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) heta niha tenê ji sedî 11ê ji plana alîkariyê ya îsal hatiye fînansekirin.

Sala 2024an jî tenê ji sedî 36,6ê ji plana alîkariyê hatibû dabînkirin.

OCHAyê diyar kir ku ev pere dê li ser herêmên ku herî zêde zerer dîtiye û di rewşa karesatê de ne werin xerckirin ku rê li ber xirabtirbûna rewşê were girtin.

Di daxuyaniyê de her wiha amaje pê hat kirin ku pêwîstiya wan bi 2,07 milyar dolarên din heye ji bo alîkariya 8,2 milyon kesên li welatê ku jêrxan û aboriya wê di 14 salên şer de hilweşiyaye.

Di raporên Neteweyên Yekbûyî de tê destnîşankirin ku ji sedî 90ê xelkê Sûriyeyê ji ber şerê navxwe di bin hêla hejariyê de dijîn.

Ji bo ku Sûriye vegere rewşa sala 2011ê di nava 55 salan de pêwîstiya wê bi 800 milyar dolarî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst