Hewlêr (Rûdaw) - Sûriyeyê îro dest bi darizandina çend kesayetiyên diyar ên serdema desthilata Beşar Esed dike.
Ev kes di mehên borî de hatibûn desteserkirin. Darizandin dê bi Berpirsê Ewlehiyê yê berê Atif Necîb dest pê bike.
Çavkaniyeke ji Wezareta Dadê ya Sûriyeyê li ser mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî.
Çavkaniyê got, "Roja yekşemê rûniştina yekem a darizandina serkirdeyên rejîma berê ya Sûriyeyê dest pê dike."
Li gorî gotina çavkaniyê Wezareta Dadê, di vê rûniştinê de dê Atif Necîb were darizandin.
Atif Necîb Kanûna Paşîn a 2025an hatibû desteserkirin.
Darizandina yekem a Atif Necîb e
Necîb xizmekî Serokê Sûriyeyê yê rûxayî û reviyayî Beşar Esed e.
Ew berê li parêzgeha Deraayê ya li başûrê Sûriyeyê serokê şaxa ewlehiya siyasî bû.
Sala 2011an li wir xwenîşandanên girseyî dest pê kiribû.
Ew li wê parêzgehê wekî berpirsê sereke yê çewisandin, girtin û kuştinên bikomî tê dîtin.
Çavkaniyê her wiha diyar kir ku piştî darizandina Necîb dê "darizandina Wesîm Esed dest pê bike."
Wesîm Esed jî xizmekî serokê berê ye.
Piştî wan, pîlotên ku di dema şer de bajar û bajarokên Sûriyeyê bombebaran kirine dê werin darizandin.
Her wiha Emced Yûsifê ku roja înê hatiye desteserkirin jî dê were darizandin.
Emced Yûsif tohmetbarê sereke yê komkujiya Taxa Tedamunê ya Şamê ye.
Di vê komkujiya sala 2013an de bi dehan kes hatibûn kuştin.
Çarenivîsa windayiyan nediyar e
Îdareya nû ya Sûriyeyê Kanûna Pêşîn a 2024an gihîşt desthilatê.
Îdareya nû dem bi dem desteserkirina berpirsên leşkerî û ewlehiyê yên serdema berê radigihîne.
Ev kes tev li tawan û binpêkirinên mezin ên li dijî gelê Sûriyeyê bûne.
Çarenivîsa bi dehan hezar kesên winda û desteserkirî yên li Sûriyeyê hîn jî ne diyar e.
Her wiha gorên bikom ên ku tê pêşbînîkirin desthilata berê kesên di bin şkenceyê de mirine lê veşartine, yek ji aliyên herî diyar ên trajediya Sûriyeyê ye.
Ev yek piştî şerekî derdikeve holê ku tê de zêdetirî nîv milyon kesî canê xwe ji dest daye.
Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an reviya Moskowê.
Beşar Esed di dema revînê de tenê çend kesên nêzîkî xwe bi xwe re birin û wî alîkar û efserên xwe yên bilind li pey xwe hiştin.
Hinek ji van berpirsan reviyan welatên cîran. Wekî ku hinek ji wan behs kiriye, hinek berpirsên din jî reviyan bajarok û gundên xwe.
"Darizandina eşkere dest pê dike"
Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mezher Weys înê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Weys diyar kir ku Dadgeha Tawanan a Şamê xwe ji bo dema ku qurbaniyan gelekî li benda wê bûn amade dike.
Wezîrê Dadê got, "Di çarçoveya dadmendiya veguhêz de darizandina eşkere ya zilam û tawanbarên rejîma rûxayî dest pê dike."
Çalakvan, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî balê dikişînin ser girîngiya dadmendiya veguhêz.
Piştî şerê çendîn salan ê li Sûriyeyê, ev yek gelekî girîng e.
Xwenîşandanên li dijî Esed 15ê Adara 2011an li Deraaya başûrê Sûriyeyê dest pê kir.
Sedema sereke desteserkirina çend zarokan bû.
Wan zarokan li ser dîwarê dibistanê dirûşmên li dijî serokê wê demê nivîsîbûn û paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn şkencekirin.
Piştî destpêkirina xwenîşandanan, Atif Necîbê ku wekî berpirsê çewisandina xelkê Deraayê dihat dîtin ji kar hat dûrxistin.
Amerîkayê Nîsana 2011an bi tohmeta "binpêkirina mafên mirovan" navê Necîb xist lîsteya cezayan.
Wesîm Esed jî tê darizandin
Her wiha Wesîm Esedê pismamê serokê rûxayî yê Sûriyeyê jî Hezîrana 2025an hat desteserkirin.
Wesîm Esed yek ji wan tohmetbarên herî diyar e ku di serdema berê de bazirganiya madeyên hişbir kiriye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê sala 2023yan ceza da Wesîm Esed.
Wezaretê diyar kir ku wî serkêşiya yekîneyeke nîvleşkerî kiriye.
Ew her wiha bi piştgiriya desthilata berê di tora herêmî ya qaçaxçitiya madeyên hişbir de "kesayetiyekî sereke" bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse