Neteweyên Yekbûyî: Dibe ku li Siwêdayê sûcên şer hatibin kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Siwêda Rapor Durzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di êrişên li Siwêdayê yên li dijî Durziyan de dibe ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatibin kirin.

Komîsyonê derbarê bûyerên tundiyê yên ku tîrmeha sala borî li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê qewimîne raporek belav kir.

1700 kesî canê xwe ji dest daye

Di raporê de hat gotin ku di bûyeran de hezar û 700 kesî canê xwe ji dest daye û 200 hezar kes jî ji cih û warên xwe koçber bûne.

Her wiha hat diyarkirin ku di van êrişan de dibe ku sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê hatibin kirin.

Komîsyonê rapora xwe spart amarên li qadê û îfadeyên 409 şahid û mexdûran.

Hat diyarkirin ku derbarê kuştin, şkence, tundiya zayendî û şewitandina avahiyan gelek belge hatine dîtin.

Desteserkirinên keyfî û talan

Li gorî raporê, hêzên hikûmeta demkî û endamên eşîran ên ku bi wan re şer dikir li dijî sivîlên Durzî sûcên wekî kuştin, şkence, desteserkirinên keyfî û talanê kirine.

Piştî vekişîna hêzên hikûmetê, vê carê çekdarên Durziyan sivîlên Bedewî kirine hedef.

Pişt re jî endamên eşîran careke din êrişî sivîlên Durzî kir.

Di raporê de hat eşkerekirin ku hinek endamên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) unîformayên xwe derxistine û yekser beşdarî van êrişan bûne.

Êrişên asmanî yên Îsraîlê

Di raporê de her wiha hat eşkerekirin ku êrişên asmanî yên Îsraîlê jî bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.

Komîsyonê anî zimên ku bi deh hezaran kesên ku li Siwêdayê ji cih û warên xwe koçber bûne nikarin vegerin malên xwe.

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî Paulo Pinheiro destnîşan kir ku divê hemû berpirsyar hesab bidin û ferq nake statu û nasnameya wan çi ye.

Pinheiro ji bo ku careke din li herêmê ewlehî pêk were banga edalet û diyalogê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst