Artêşa Sûriyeyê: Me êrişeke bi dronan a li Baregeha Tenefê têk bir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Baregeha Tenefê Êrişa Bi Dronan Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyeyê ragihand ku wan êrişeke bi dronên bombebarkirî ya li ser baregeha stratejîk a "Tenefê" têk biriye.

Ev baregeh li sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Îraq û Urdinê de ye.

Desteya Operasyonan a Sûriyeyê ragihand ku dron ji axa Îraqê ve hatine avêtin.

Armanca dronan lêdana baregeha Tenefê bûye ku Şamê sibata borî ew ji hêzên Amerîkayê wergirtibû.

Desteyê her wiha diyar kir, "Ev êriş serweriya nû ya Sûriyeyê ya li wê herêmê, li beramberî komên çekdar ên pirnetewe dixe bin ceribandineke dijwar."

Teqînên li Şamê û rewşa Libnanê

Îro berê sibehê jî li Şamê û derdora wê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Piştre eşkere bû ku parastina asmanî ya Îsraîlê di asmanê Sûriyeyê de mûşekên Îranî têk birine û ew teqîn ji ber wê bûne.

Li eniya Libnanê jî êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li herêma Dahiyayê ya li başûrê Beyrûtê bi tundî didomin.

Di heman demê de artêşa Îsraîlê bi armanca avakirina "herêmeke veqetandî" di bejahiyê de 30 kîlometreyî bi pêş ketiye.

Navendên Heşdî Şebî tên bombekirin

Li Îraqê jî her roj baregeh û navendên Heşdî Şebî yên li parêzgehan tên hedefgirtin.

Di encama van êrişan de heta niha çend serkirde û bi dehan endamên Heşdî Şebî hatine kuştin û birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst