Şam: Plana me nîne ku em Deriyê Sêmalkayê bikin deriyekî navneteweyî

2 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê Mazin Elûş Sûriye Tirkiye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Peywendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê Mazin Elûş diyar kir ku ti plana wan nîne ku niha Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê bikin deriyekî fermî yê navneteweyî.

Mazin Elûş li ser rewşa deriyên sînorî yên Sûriyeyê yên bi Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê re ji Rûdawê re axivî.

Mazin Elûş diyar kir ku heta niha ji bo vekirina deriyên sînorî yên Nisêbîn - Qamişloyê yên ku dikeve navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ti daxuyaniyeke fermî nîne.

Elûş got biryara vekirina derî bi lihevkirina her du aliyên Sûriye û Tirkiyeyê û amadebûna wan a teknîkî û ewlehiyê ve girêdayî ye.

Berpirsê Sûriyeyê tekez kir ku li ser hemû astan dan û standinên teknîkî di navbera Şam û Enqereyê de didomin.

Mazin Elûş derbarê deriyê Til Koçerê (El-Yarubiye) yê di navbera Îraq û Sûriyeyê jî axivî û eşkere kir ku di warê serweriya îdarî û desthilata dewletê de bi pêşketinek çêbûye.

Elûş anî zimên ku Desteya Deriyan niha vî deriyî hêdî hêdî amade dike da ku di paşerojê de bi temamî were erkdarkirin.

Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê

Yek ji pirsên giring ên Rûdawê li ser veguherandina Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê bû ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de cih digire.

Rûdawê pirsî, "Gelo planek heye ku Sêmalka ji deriyekî mirovî bibe deriyekî fermî û navneteweyî ku bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan?"

Birêvebirê Peywendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê wiha bersiv da:

"Niha ti plana me ya wilo nîne. Dibe ku piştî radestkirina derî û xistina wê ya nav sîstema Desteya Derî û Gumrikên Sûriyeyê, rewş zelaltir bibe."

 Elûş her wiha got ku niha komên pispor li ser nirxandina îdarî û teknîkî ya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê dixebitin.

Îraqê hîn biryar nedaye

Li aliyê din, Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê jî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber aloziyên herêmê hîn ne diyar e bê ka dê deriyên El-Welîd û Rebîayê kengî werin vekirin.

Koçberên Libnanî

Mazin Elûş derbarê nûçeyên "daxwaza Îraqê ya ji bo hêsankirina derbasbûna malbatên Libnanî" jî axivê û diyar kir ku ti daxwaza fermî ji Bexdayê nehatiye.

Elûş di berdewamiyê jî de got, "Em ji ber sedemên mirovî û bi hevahengiya li gel aliyê Îraqî, hêsankariyan ji bo derbasbûna malbatan dikin da ku prosedurên ewlehiyê û yasayî neyên binpêkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst