Li mezintirîn zeviyên petrolê şer giran e

29-10-2017
RÛDAW
Nîşan HSD El-Ome Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê li gundê Busêr li bakurê rojhilatê Dêrezorê derket, û çekdarên DAIŞê êrîşî bîrên El-Omer yên petrolê kirin.

 

Hêzên Sûrya Demokratîk ragihand, serê sibeha îro çekdarên DAIŞê dest bi êrîşeke mezin ser bîrên El-Omer yên petrolê ku wek mezintirîn zeviyên petrolê li Sûryê tê naskirin kirine.

 

Ji aliyeke din ve îro şervanên HSDê êrîşî gundê Busêr li bakurê rojhilatê Dêrezorê kirine,ligel dorpêçkirina herdû gundên Bexda û Dihle li heman navçeyê.

 

Îro hikûmeta Sûryê jî ragihand, ku hêzên wan di çend taxên Dêrezorê pêşve çûn ku beşek ji taxa Omal li wî bajarî kontirolkirin.

 

heya niha bihtir ji 6 taxên bajarê Dêrezor di destê çekdarên DAIŞê de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst