Li Dêrezorê 3 DAIŞî hatin girtin

07-11-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Hêzên Ewlehiya Hundirîn Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di operasyoneke li gundên Dêrezorê de 3 endamên DAIŞê hatine girtin.

Di daxuyaniyekê de hat gotin ku operasyon berbanga 6ê Çiriya Paşîn hatiye pêk anîn.

Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê (HAT) û Dezgeha Ewlehiya Giştî bi piştgiriya Hêzên Ewlehiya Hundirîn operasyon li dar xistiye.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn destnîşan kir ku operasyon piştî şopandina tevgera endamên şaneyê dest pê kiriye.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn di berdewamiya daxuniyê jî de got, "Operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên têkbirina şaneyên rêxistinî û ziwakirina jêderên terorê de pêk hat.

Hêzên me piştî şopandineke bi baldar a tevgerên şaneya terorîst, bi ser cihên wan de girt û bêyî ku zerer bigihîje endamên me, cihên şaneyê kontrol kirin."

Di operasyonê de 3 endamên DAIŞê hatine girtin.

Her wiha hêzên ewlehiyê dest daniye ser hinek çek, belge û amûrên rêxistinê yên pêwendiyê.

Hêzên ewlehiyê da zanîn ku wan dest bi lêkolînan kiriye. Piştî lêkolînan dê kesên desteserkirî sewqî dozgeriyê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst