Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ji bo 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biryara sînordarkirina geştê da.
Amerîkayê piştî êrişên li Îranê yên ku bi Îsraîlê re pêk anîn, vê carê jî ji bo Tirkiyeyê hişyariya geştê belav kir.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê, hişyarî da"karmendên" xwe yên ku li Tirkiyeyê dixebitin.
Balyozxaneyê ferman da karmendên xwe ku geşta Herêma Konsulxaneya Edeneyê nekin.
Ev herêm 22 bajarên Bakurê Kurdistanê û başûrê Tirkiyeyê li xwe digire.
Kîjan bajar in?
Bajarên ku dikevin nav qada erka Konsulxaneya Amerîkayê ya Edeneyê ev in:
Edene, Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Mêrsîn, Kîlîs, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse