Erdogan: Ez ji ber mirina Xamineyî xemgîn im

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Elî Xamineyî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew ji ber kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî xemgîn bûye û got, “Ez sersaxiyê ji gelê Îranê yê bira re dixwazim û li ser navê welat û miletê xwe sersaxiyê didim."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin peyama xwe ya ewil parve kir.

Erdogan peyama xwe li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir.

Erdogan got, " Ez ji ber ku Rêberê Olî yê cîrana me Îranê Elî Xamineyî di encama êrişên doh de jiyana xwe ji dest daye xemgîn im.

Xwedayê Mezin rehmeta xwe li Birêz Xamineyî bike û ez sersaxiyê ji gelê Îranê yê bira re dixwazim û li ser navê welat û miletê xwe sersaxiyê didim.

Em wekî Tirkiyeyê, ji bo ku ligel gelê Îranê hemû dost û birayên me yên li herêmê bigihin ew aramiya ku heq dikin, ji bo bidawîhatina şerê li herêma me û vegera li diplomasiyê, em dê hewlên xwe bi biryardarî bidomînin."

"Nayê qebûlkirin"

Erdogan piştî destpêkirina êrişan di daxuyaniya xwe ya ewil a doh de diyar kiribû ku ew êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ku "aramiya gelê Îranê xera dikin" qebûl nakin.

Erdogan gotibû, "Eger qad ji aqilmendiyê re neyê vekirin herêma me dê rûbirûyê çembereke agir bibe.

Ji bo ku herêma me êşên mezintir nekêşe, divê di serî de alema Îslamê hemû aktor bi lez bikevin tevgerê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst