Temellî: Rayedarên dewletê jî beşdarî civîna bi Ocalan re bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî Hevdîtin Îmrali Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku di hevdîtina 27ê Adarê ya li Îmraliyê ya li gel Abdullah Ocalan de rayedarên dewletê jî amade bûne.

Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî beşdarî weşana Îlke TVyê bû rojeva heyî nirxand.

Wî hevdîtina şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya 27ê Adarê ya bi Abdullah Ocalan re û rûdanên piştî wê jî nirxandin.

"Mizakereyeke fermî ye"

Sezai Temellî da zanîn ku hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re, mizakereyeke fermî ye ku rayedarên payebilind ên dewletê jî beşdar bûne.

Temellî ku ser vê mijarê wiha axivî:

“Di hevdîtina 27ê Adarê de li gel şandeya me rayedar jî amade bûn.

Îstîşare pêk hatin lê helbet ka kî di şandeyê de bû û naveroka axaftinan çi bû, tenê şande û kesên ku beşdar bûne dikarin eşkere bikin.”

"Reşnivîsek dê were amadekirin"

Temellî li ser pirsa naveroka “yasaya pêvajoyê” jî ev bersiv da:

“Li holê reşnivîsek nîne. Reşnivîsek dê were amadekirin. Ez li ser rêbazên amadekirina vê reşnivîsê diaxivim.

Dibe ku bi du rêbazên cuda were amadekirin.

Dibe ku nêrînên partiyan werin wergirtin, bi wan re îstîşare were kirin û reşnivîsa pêşniyaryasayê derkeve holê.

Yan jî wekî her tim partiya desthilatdar pêşniyaryasayekê amade bike û bîne. Komîsyon û li Lijneya Giştî dê nîqaş bike.

Dibe ku rêbazên din ên navberê jî werin bipêşxistin lê em hîn di qonaxeke wisa de ne ku ev yek nehatiye axaftin jî.”

"Dibe ku ÎYÎ Partî jî beşdar bibe"

Temellî bal kişand ser xebatên Lomîsyona Parlamentoyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin û got:

“Parlamentoyê ezmûneke Komîsyonê dît. Divê mirov vê biçûk nebîne.

Li vir ji xeynî ÎYÎ Partiyê hemû partiyên ku li Parlamentoyê tên temsîlkirin hatin cem hev.

Nêrînên cuda derketin holê lê avakirina wê maseya mizakereyê biqîmet bû. Ev yek hat pêkanîn.

Niha dibe ku ÎYÎ Partî jî beşdarî pêvajoya yasayî bibe.

Yanî divê mirov bi vî aqlî tevbigere. Bi rastî ez behsa avakirina zemîneke îstîşareyê ya ji bo amadekirina yasayê bi awayekî berbiçav dikim.”

"Pêwîstî bi avêtina gavan heye"

Sezai Temellî her wiha îro li Parlamentoyê civîneke rojnamegeriyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.

Temellî anî zimên ku di nav paketên darazê yên ku heta niha hatine amadekirin de sererastkirina yasaya înfazê nîne û wiha pê de çû:

“Di nav paketa 12emîn a darazê de jî qanûna înfazê nîne. Dema em dibêjin ‘Çima nîne?’, dibêjin ‘Em li benda yasaya taybet in’.

Lê yasaya taybet jî ji bendewariyan wêdetir neçûye. Divê derbarê yasaya taybet demeke nêzîk gav werin avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst