Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek derbarê nûçeyên "li Îmraliyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin" got, "Tiştekî wiha nîne.”
Akin Gurlek beriya civîna koma AK Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rojnamegeran li ser daxuyaniya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ya "Li Îmraliyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin" pirsek kir.
Gurlek li ser vê mijarê wiha axivî:
"Tiştekî wiha nîne. Li wir kampuseke îdarî heye.
Ji ber ku kampuseke îdarî ye, dibe ku li gorî pêwîstiyê avahiyên nû tên çêkirin lê tiştekî wekî çêkirina xaniyekî taybet nîne."
Doz li Ozgur Ozel vekir
Rojnamegeran îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên derbarê qeydên tapuyan jî bi bîr xistin.
Gurlek li ser vê yekê jî got, "Derbarê wî (Ozgur Ozel) pêvajoya darazê dest pê kir.
Me hem doza tezmînata menewî vekir û hem jî giliyê wî kir. Bê guman dê dadgeh qeydên tapoyan bîne.
Ez naxwazim li ser vê mijarê tiştekî bibêjim."
"Sererastkirina yasaya înfazê nîne"
Wezîrê Dadê li ser Pakêta 12emîn a Darazê jî agahî dan û got:
"Me Pakêta 12emîn a Darazê pêşkêşî Serokkomariyê kir.
Piştî ku ji wir derbas bibe, dê biçe Komîsyona Dadê. Em dê wê demê înşalah raya giştî agahdar bikin."
Wî li ser pirsa "Gelo dê di nav de derbarê înfazê de sererastkirinek hebe yan na?" got, "Derbarê înfazê ti sererastkirin nînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse