Erdogan hişyarî da: Metirsiya şerekî herêmî heye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îran Îsraîl Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hişyarî da û got, "Metirsiya şerekî herêmî heye."

Wî diyar kir ku berpirsiyarê sereke yê vî şerî Îsraîl e.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî.

Di rojeva Erdogan de şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê hebû ku ev şer mehek e didome.

"Derdora me bûye xeleka agir"

Erdogan bal kişand ser êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê û got:

"Derdora me bûye xeleka agir. Di vê demê de em ji hemû nîqaşên siyasî dûr man ku dê me mijûl bikin."

Bêdengiya me ne ji ber qebûlkirina bêedebiyan e. Ev ji edeba me ye."

"Em ê Tirkiyeyê ji vî agirî dûr bixin"

Erdogan da zanîn ku şer asta metirsiyê zêde dike û didome û got:

"Karê me yê sereke ew e ku welatê me vê demê bê qeza û bela derbas bike.

Em bi biryar in ku Tirkiyeyê ji vî agirî dûr bixin.

Mixabin êrişên bersivdanê yên ku li dijî enerjî, veguhastin û binesaziya sivîl vê îhtimalê zêde dikin. "

Serokkomarê Tirkiyeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir:

 "Metirsiya şerekî herêmî heye. Berpirsiyarê pileya yekem ê vî şerê derqanûnî Îsraîl e.

Her rûdaneke ku bi vekirina eniyên nû bibe sedema berdewamiya şer, dê xizmeta stratejiya xwînî ya Îsraîlê bike û dê zererê bide herêma me.

Divê neyê jibîrkirin ku her dilop xwîna ku di şer de tê rijandin dê bibe ava jiyanê ji bo dirêjkirina jiyana siyasî ya Netanyahu."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst