Li pey nanê zarokên xwe bû lê di Roja Karkeran de mir

2 demjimêr berê
Nîşan Karker Roja Karkeran Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê di 1ê Gulanê Roja Karkeran de karkerekî 33 salî dema li ser kar bû mir.

Bûyerê îro nîvro li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Edeneyê ya li navçeya Sariçamê rû da.

Mahmut Turanê 33 salî yê ku bavê 3 zarokan bû, berî nêzîkî mehekê li depoya marketekê dest bi kar kiribû.

Hesin bi ser de ket

Ew ji bo xebatên nûkirinê yên li depoyê mijûlî boyaxkirinê bû.

Di wê demê de profîla hesinî ya ku makîneyeke kar hildigirt ji nişka ve bi ser de de ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Mahmut Turan li cihê bûyerê miriye.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînên polîsan ên li cihê bûyerê, termê Turan ji bo otopsiyê bir meytxaneya Saziya Tiba Dadî ya Edeneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst