Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Hewldanên DEM Partiyê yên ji bo pêvajoyê hêjayî gotinê ne.”
Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Bahçelî derbarê pêvajoya li gel PKKyê de diyar kir ku Tirkiye ketiye serdemeke nû.
Devlet Bahçelî da zanîn pêvajoya çareseriyê berdewam dike û divê hêvî geş bibin û rewşa aştiyê serdest be.
“Hewldanên DEM Partiyê hêja ne”
Bahçelî got ku êdî vegera ji pêvajoyê nîne û eger tiştekî wiha çêbibe dê bedela wê giran be û wiha axivî:
“Di sedsala nû de cihê terorîzmê nîne. Careke din tehemûlkirina êş û bedelên ku heta niha hatine dayîn ne pêkan e.
Tirkiye ketiye serdemeke nû. Ji ber vê yekê, divê PKK pêvajoya bêçekbûnê di dema herî zû de temam bike.
Divê baldariyeke mezin li hemberî danasînên tûj hebe ku dê bibin sedema pevçûnên nû yên ku kes nikare wan çareser bike.
PKKyê ragihand ku hebûna xwe ya rêxistinî qedandiye.
Hewldanên encamgirtinê yên DEM Partiyê hêjayî gotinê ne. Divê pêvajoya bixwîn bi tevahî biqede.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse