RAPIRSÎ - Ciwan herî zêde dengê xwe didin kîjan partiyê?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Ciwan Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna PIARê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, eger îro hilbijartinek were kirin ji sedî 38,4ê ciwanên ku dê cara yekem deng bidin, dê dengê xwe bidin CHPyê.

Piştî CHPyê jî bi rêjeya ji sedî 24,6an AK Partî tê.

Lêkolîna PIARê di navbera 9-12ê Sibata 2026an de li gel 1180 ciwanên ku di navbera 15 û 20 salî de ne rapirsiyek pêk kir.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” ji ciwanan hat kirin.

PIARê encamên vê lêkolînê bi raya giştî re parve kirin.

Rêjeya dengên partiyan

Li gorî rapirsiyê, ciwanên ku dê cara yekem deng bidin bi rêjeya ji sedî 38,4 CHPyê û bi rêjeya ji sedî 24,6 jî AK Partiyê hildibijêrin.

Piştî van her du partiyan, bi rêjeya ji sedî 11,5an Partiya Zaferê cih digire.

Her wiha ji sedî 7,2ê ciwanan gotiye ew MHPyê û ji sedî 6,8ê wan jî gotiye ew DEM Partiyê hildibijêrin.

ÎYÎ Partî jî bi rêjeya ji sedî 6an di rêza şeşan de ye.

Amarên rapirsiya PIARê:

  • CHPyê: Ji sedî 38,4
  • AK Partî: Ji sedî 24,6
  • Partiya Zaferê: Ji sedî 11,5
  • MHP: Ji sedî 7,2
  • DEM Partî: Ji sedî 6,8
  • ÎYÎ Partî: Ji sedî 6
  • TÎP: Ji sedî 2,1
  • Partiyên din: Ji sedî 3,4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst