Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Tirkiye ji bo ewlehiya xwe ne tenê di nav sînoran de, li derveyî sînoran jî her gavê diavêje û dê biavêje.
Erdogan li ser Sûriyeyê jî got, "Pêvajoya ku ber bi entegrasyona tam ve diçe dest pê kir."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Çankayayê di bernameyekê de axivî û rojev nirxand.
Erdogan diyar kir ku îro siyaseta cîhanê ji nû ve şekil digire û li hawîrdora nêzîk krîz, pevçûn û rageşiyên cidî rû didin.
"Em bêyî ku ji kesî destûrê bixwazin tevdigerin"
Erdogan li ser ewlehiya sînoran û operasyonên derveyî sînor wiha got:
“Îro di xala ku em gihîştinê de, Tirkiye ji bo ewlehiya xwe ne tenê li nav sînorên xwe, li derveyî sînoran jî her cure gavê diavêje.
Li ku derê gef û metirsiyek hebe, em bêyî ku ji kesî destûrê bixwazin li çavkaniyê bêbandor dikin."
Pîşesaziya parastinê
Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser pîşesaziya parastinê û ev agahî dan:
"Asta ku em di 23 salan de di pîşesaziya parastinê de gihîştinê li ber çavan e.
Em di vî warî de berê ji sedî 80 girêdayî derve bûn lê niha em gihîştine rêjeya ji sedî 80yî ya xwecihîbûnê.
Îro em dikarin bi xwe dron, mûşek, roket, keştî, helîkopter û tankên pêwîst peyda bikin.
Înşalah sibe dê dor were balafirên şer û keştiyên balafirhilgir. Niha em dixwazin van hemû destkeftiyên li qadê mayînde bikin."
"Rîskên ewlehiyê kêm bûn"
Erdogan behsa xebatên pêvajoya aştiyê jî kir û wiha axivî:
"Di xebatên 'Tirkiyeya bêteror' de ku me beriya 16 mehan dabû destpêkirin, di demeke kurt de mesafeyeke berbiçav hat girtin.
Di nav û derveyî sînorên me de rîskên ewlehiyê yên li dijî welatê me bi awayekî cidî kêm bûne."
Erdogan destnîşan kir ku komîsyona pêvajoya aştiyê ya ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de hatibû avakirin, xebatên xwe yên ku ji 5ê Tebaxa 2025an ve dimeşandin doh bi dawî kirin.
"Pêvajoya entegrasyona tam dest pê kir"
Erdogan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got:
"Dema ku li welatê me ev tişt diqewimin, li cîrana me Sûriyeyê jî tiştên xweş çêdibin.
Meha borî li ser çareserkirina pirsgirêka bakurê Sûriyeyê ya bêyî rijandina xwînê lihevkirin hat kirin.
Pêvajoya ku ber bi entegrasyona tam ve diçe dest pê kir."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse