Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû bazarên ajelan hatin girtin

01-07-2025
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 81 bajarên Trikiye û Bakurê Kurdistanê ji ber ku di nexweşiya tebeqê de zêdebûn hatiye dîtin, biryar hat dayîn ku hemû bazarên ajelan bên girtin.

Birêvebiriya Giştî ya Xurek û Kontrolê ya Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, ji birêvebiriyên 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re nivîseke bi koda "bilez" şand.

Birêvebiriyê ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bazarên ajelan heta fermaneke duyemîn hatine girtin.

Di nivîsa lezgîn a ku Birêvebiriya giştî ji birêvebiriyên parêzgehan re şandibû de, hat destnîşankirin ku ji ber Cejna Qurbanê li seranserê welêt di liv û tevgera ajalan de çûnûhatineke zêde çêbûye û di rêjeya nexweşiya tebeqê de ku yek ji nexweşiyên bi rengê şewbê ye, zêdebûn hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber rêjeya nexweşiya tebeqê ya ku hatiye tespîtkirin, tedbîrên karantînayê hatine girtin, ji ajelên nexweş nimûne hatine komkirin, liv û tevgera ajalan hatiye sînordarkirin û ji bo zêdekirina haydarîyê perwerdehî û tetbîqatên qadê hatine lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin