Li Stenbolê hezaz, 6 avahî hatin valakirin

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Yek ji wan avahiyên ku hatiye valakirin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Yek ji wan avahiyên ku hatiye valakirin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Sariyer Hezaz
A+ A-

Stenbol  (Rûdaw) - Li navçeya Sariyerê ya Stenbolê, ji ber barana zêde hezaza erdê (herikîna axê) pêk hat.

Di encamê de 6 avahiyên ku 40 malbat tê de dijiyan, ji ber metirsiya hilweşînê hatin valakirin.

Welatiyên mexdûr rexne li şaredariyê digirin û dibêjin: "Ev 25 sal in em daxwaza alîkariyê dikin lê kesî dengê me nebihîst."

Niştecihên taxa Ayazagayê şeva 31ê Adarê bi tirs û xofeke mezin şiyar bûn. Ax û kevirên ji ber hezazê herifîn, bi ser du avahiyan de ketin.

Niha 40 malbat li ber deriyê avahiyên xwe, di nava endîşeyê de li benda biryara fermî ne.

"Kes bi hawara me nehat"

Welatiyê bi navê Hamdî Ozdemîr got, "Piştî baranê erd herikî û em ji malên xwe hatin derxistin.

Ew şev ji bo me gelekî aloz bû. Ev 25 sal in em ji Şaredariya Sariyerê daxwaza çareseriyê dikin ku dîwarê piştgiriyê (îstînatê) ava bikin lê kes bi hawara me de nehat.

Niha piştî ku ev karesat hat serê me, hatine lêkolînê dikin."

Li 6 avahiyên ku biryara valakirinê ji bo wan hatiye dayîn, nêzîkî 40 malbat hene.

Beşek ji wan li cem xizmên xwe û beşek jî li tesîsên şaredariyê hatin bicihkirin.

Welatî niha tenê dikarin ji bo girtina kel û pelên xwe yên herî giring bikevin nav malên xwe.

"Em mexdûr in û zarok nikarin herin dibistanên xwe"

Welatiya bi navê Ayşe Guzutokê jî di berdewamiyê de got,  "Dengê ketina keviran hat û zarokên me pir tirsiyan.

Zarok diçin dibistanê û niha heyama ezmûnan e, psîkolojiya wan têk çûye.

Em dixwazin bi lez çareseriyek were dîtin. Em nizanin dê ev rewş heta kengê bidome."

Tîmên AFADê û pisporên Wezareta Parastinê li cihê bûyerê lêkolînên teknîkî dikin.

Heta 4 rojan ketina nav avahiyan hatiye qedexekirin lê avahî hîn nehatine mohrkirin.

Niştecihên taxê bi hêvî ne ku piştî lêkolînan pirsgirêka wan were çareserkirin û ew bi silametî vegerin malên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst