Newroz dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe betlaneya fermî?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cejna Newrozê Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kurşad Zorlu ragihand, ji bo ku 21ê Adarê Cejna Newrozê bibe betlaneya fermî, wan dest bi amadehiyên teknîkî kiriye.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî ji Rûdawê re got ku wan pêşniyara fermîkirina Newrozê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kiriye û ew bi hêvî ne Parlamento di demeke nêzîk de vê mijarê bîne rojeva xwe.

Mijara fermîkirina Cejna Newrozê careke din bûye rojeva siyaseta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Bipêşketinê (AK Partî) Kurşad Zorlu, di bernameyeke televîzyonî de derbarê vê mijarê agahiyên nû parve kirin.

Zorlu diyar kir ku amadehiyên ji bo pênasekirina Newrozê wekî cejneke fermî hatine destpêkirin ku bibe roja bêhnvedanê.

Kurşad Zorlu di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoya fermîkirina Newrozê û got:

"Rewşeke wisa heye ku Newroz bibe cejna fermî û em niha xebatên xwe yên di vî warî de dimeşînin.

Em bi niyet in ku di nava mehên pêş de piştî ku me li gel komîteyên xwe yên rayedar dan û standin kirin, vê biryarê pêk bînin.

Înşallah îradeya me ya di vî alî de heye û di demeke nêzîk de dê bigihêje encameke berbiçav."

Helwesta DEM Partiyê

Li aliyê din, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wan pêşniyar li Parlamentoya Tirkiyeyê kiriye ku Newroz bibe betlaneya fermî û anî ziman:

”Pêşniyara me hîn jî li Parlamentoyê ye û nehatiye rojevê.

Ez hêvîdar im ku cejna Kurdan Newroz ku nîşaneya têkoşîn û berxwedanê ye û bi salan e pîroz dikin bibe cejneke fermî.”

Sezaî Temellî ragihand ku heta niha demeke diyarkirî ji bo dan û standina li ser pêşniyara wan a fermîkirina Newrozê nîne û destnîşan kir ku ew hêvî dikin Parlamento di demeke nêzîk de li ser vê mijarê bixebite.

Piştgiriya ji bo pêşniyaryasayê

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê li ser helwesta AK Partiyê û gotinên Kurşad Zorlu jî got:

“Ev helwesteke erênî ye. AK Partî û partiyên din jî dikarin piştgiriyê bidin pêşniyara me ku Newroz bibe cejneke fermî.

Eger betlaneya fermî ya Newrozê bibe yasa dê gelekî baş bibe.”

Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo ku 21ê Adarê bibe betlaneya fermî, pêşniyaryasa pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kiribûn.

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît li gel Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu xwestibû ku Newroz di asta dewletê de bi awayekî fermî were naskirin ku hemû welatî bikarin bi azadî vê cejnê pîroz bikin.

Heger ev xebat bigihêjin encamê û di parlamentoyê de bibin yasa dê Newroz li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cara yekem di salnameya fermî de wekî roja betlaneya fermî cih bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst