Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qada Taksîmê 1ê Gulanê Roja Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku 575 kesên ku dixwest ji bo pîrozbahiyên Roja Cîhanî ya Karkeran biçin Qada Taksîmê hatine desteserkirin.

Qada Taksîmê ya Stenbolê îsal careke din bi biryara parêzgariyê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran hat qedexekirin.

Tevî vê qedexeyê, ji destê sibehê ve hejmareke zêde ya welatî û karkeran hewl da derbasî qadê bibin lê polîsan li hemû rêyên ku diçin qadê asteng danîn û rê li ber xwenîşanderan girt.

Her wiha gelek kes rastî midaxeleya tund a hêzên ewlehiyê hatin.

Li gelek xalên bajêr di navbera hêzên ewlehiyê û karkeran de alozî û pevçûn derket û bi sedan kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Stenbolê li ser desteserkirinan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku heta demjimêr 18:00an bi giştî 575 kes hatine desteserkirin.

Li aliyê din, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ragihand ku hejmara kesên hatine desteserkirin gihîştiye 576 kesan.

ÇHDyê her wiha ragihand ku ji wan kesan 47 kes dê li birêvebiriyên ewlehiyê werin ragirtin û roja şemiyê bi daxwaza girtinê ji dadgehê re werin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst