Numan Kurtulmuş: Li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek tê avakirin

02-06-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş DEM Partî Serdan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Numan Kurtulmuş piştî serdana DEM Partiyê got, “Ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoyê komîsyon tê avakirin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku piştî banga Abdullah Ocalan û biryara bidawîanîna şerê çekdarî ya PKKyê rewş gihiştiye wê qonaxê ku ew êdî dikarin li Parlamentoyê li ser mijarê biaxivin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro di çarçoveya serdana partiyên siyasî de li Parlamentoya Tirkiyeyê çû serdana Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û bi Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê re civiya.

Kurtulmuş ji aliyê Hevserokên Giştî û Wekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin.

Di heyeta Kurtulmuş de Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Wekîla Koma AK Partiyê Leyla Şahîn Usta cih girtin.

Kurtulmuş da zanîn ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan di rojên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got:

“Spas ji Xwedê re piştî banga Îmraliyê û biryara danîna çekan a PKKyê rewş gihiştiye wê qonaxê ku mirov êdî dikare li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser vê mijarê biaxive.

Li vê derê divê hemû partiyên siyasî ji bo ku pêvajo demildest biçe serî û li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike bi helwêsteke erênî vê derfeta dîrokî bi awayekî herî baş bi kar bînin.

Ez hêvî dikim komîsyona ku di rojên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin bi awayekî herî sûdmend bixebite.

Em dê ji bo avakirina komîsyonê û awayê karkirinê bi hûrgilî amadekariyan bikin.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî anî ziman:

“Bi taybetî di rojên pêş û heyama nû de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, dabînkirina aştiya li Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê dê erk û berpirsyariya Parlamentoyê çi be, em bi hev re li ser vê yekê bi hûrgilî axivîn.

Em hêvî dikin di rojên pêş de wekî ku birêz Bahçelî anî ziman, di bin banê Parlamentoyê de ji bo ku sûdê bigihîne vê pêvajoyê komîsyonek bê avakirin û îro serok jî ji me re got, dê komîsyon bê avakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst