Ozgur Ozel wekî Serokê Koma CHPyê hat hilbijartin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CHP Ozgur Ozel Koma CHPyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozel li Parlamentoya Tirkiyeyê gava ewil avêt.

Piştî ku dadgehê her du kongreyên dawî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) betal kirin, serokatiya Ozel ketibû bin gumanê.

Lê belê di civîna girtî ya koma partiyê de Ozgur Ozel careke din wekî Serokê Koma CHPyê hat hilbijartin.

Koma CHPyê ya li Parlamentoyê, piştî krîza hiqûqî ya li nav birêvebiriya partiyê, îro di bin serokatiya Ozgur Ozel de civîneke girtî pêk anî.

Di civînê de ji bo nûkirina baweriya parlamenteran hilbijartinek hat kirin.

Di dengdana ku li Navenda Giştî ya CHPyê hat kirin de, ji 96 parlamenterên amade 95an dengê xwe dan Ozgur Ozel. Tenê dengek wekî nederbasdar hat hesibandin.

Her wiha 15 parlamenterên ku ji ber hincetên wekî nexweşî, cenaze yan jî geştên derveyî welêt nikarîbûn beşdarî civînê bibin, piştgiriya xwe ya ji bo Ozel ragihand.

Bi vî awayî Ozgur Ozel bi piştgiriya 110 parlamenteran careke din wekî Serokê Koma CHPyê ya li parlamentoyê hat hilbijartin.

Daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî

Çavkaniyên CHPyê destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo nûkirina baweriyê ya di nav parlamenteran de hatiye kirin.

Armanc ew e ku li hemberî biryara dadgehê ya betalkirina du kongreyên dawî yên CHPyê, îradeya koma partiyê were nîşandan.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Burhanettîn Bulut bi peyamekê Ozgur Ozel pîroz kir.

Bulut ragihand ku ew di meşa xwe ya edalet û demokrasiyê de bi Ozel serbilind in.

Hat ragihand ku Ozgur Ozel piştî vê hilbijartinê, saet 14:00an serokatiya civîna Meclisa Partiyê (PM) jî dike.

Çi qewimîbû?

Daîreya 36emîn Hiqûqê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê 21ê Gulana 2026an biryareke dîrokî dabû.

Dadgehê Kongreya Asayî ya 38an û Kongreya Awarte ya 21an ên CHPyê betal kiribûn.

Dadgehê her wiha hemû biryarên ku di wan kongreyan de hatine girtin jî betal kirin.

Bi vê biryarê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê ji kar hatin dûrxistin.

Di heman demê de dadgehê biryar da ku Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û endamên Meclisa Partiyê yên berê wekî tedbîreke demkî vegerin ser karê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst