Hewlêr (Rûdaw) - Îsal di dema serdanên Hecê de 30 welatiyên Tirkiyê li Erebistana Siûdiyê û li ser axa pîroz a misilmanan canê xwe ji dest dane, ku 8 ji wan jin in.
Îsal yekem koma serdankerên Hecê ya ji Tirkiyê di 30 Gulanê 2023ê de çûbûn Hecê, ji wê demê ve heta niha di merasîmên Hecê de 30 welatiyên ji Tirkiyê li Siûdiyê canên xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên ku Serokê Karûbarê Ewqafê yê Tirkiye belav kirine, îsal 92 hezar û 500 welatiyên Tirkiyê çûne Hecê. Ji wê hêjmarê bi giştî 30 kesan li Hecê mirine ku 8 kes ji wan jin in.
Sedemên sereke yên mirinan jî krîzên dil û nexweşiyên ku ji ber pîr û kaliyê çêdibin bûn e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse