Bahçelî: Parçebûna Îranê dê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Îran Tirkiye Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bertek nîşanî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê da û got, “Ev êrişkarî ne rewa ye, ne hiqûqî ye û ne exlaqî ye.”

Bahçelî hedefgirtina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî jî wekî “bêbextiyekê” bi nav kir.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Bahçelî di axaftina xwe de cîhekî fireh da şerê ku li Rojhilata Navîn gur bûye.

Bahçelî diyar kir ku êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dê hevsengiyên herêmî û cîhanî bihejîne.

“Kes guh nade hiqûqa navneteweyî”

Devlet Bahçelî îdia kir ku Amerîkayê bi “tehrîka Siyonîzmê” êrişî Îranê kiriye û got:

“Ev êrişkarî ne rewa ye. Ev êrişkarî ne hiqûqî ye. Ev êrişkarî ne exlaqî ye. Kes guh nade hiqûqa navneteweyî û nas nake.”

Bahçelî bal kişand ser dan û standinên ku li Cenevre û Viyanayê didomin.

Serokê MHPyê diyar kir ku di demekê de ku proseyeke dîplomatîk heye êriş tên kirin û ev jî “nîşaneya kaosa gerdûniye ye.”

“Kuştina Xameneyî bêbextî ye”

Bahçelî li ser êrişa 28ê Sibatê ya li Îranê axivî ku tê de di dema civînekê de Elî Xameneyî û kesên pê re hatibûn hedefgirtin û got:

“Hedefgirtin û kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî di dema civînekê de bêbextiyeke tam e.”

Bahçelî tekez kir ku êrişê lawaziya ewlehiya navxwe ya Îranê derxistiye holê û got, “Sîxur ketine cihên herî taybet û nehênî ên Îranê.”

“Divê eniya navxwe were xurtkirin”

Bahçelî diyar kir ku dersên girîng ji bo Tirkiyeyê di van êrişan de hene û got, “Giringiya eniya navxwe baştir hatiye fêmkirin.”

Bahçelî tekezî li ser ruhê yekîtî û piştgiriya neteweyî kir û wiha axivî:

“Ne mimkîn e û bêaqilî ye ku mirov tiştên hatine serê cîrana me Îranê ji welatê me cuda bibîne.”

Serokê MHPyê bersiv da kesên ku armanca “Tirkiyeya bê teror” rexne dikin û got ku bangên biratiya Tirk û Kurdan tên berevajîkirin.

“Kî bi ser me de were divê encaman qebûl bike”

Bahçelî behsa gefên li ser Tirkiyeyê jî kir û diyar kir ku hinek berpirsên Îsraîlî û Amerîkî Tirkiyeyê dikin hedef.

Bahçelî hişyarî da û got:

“Kî bi ser me de were, kî difikire ku bi ser me de were, divê ew mezinahî û tundiya ku dê bibîne jî qebûl bike.”

Bahçelî got, “Em yek bimirin em dê hezar vejîn” û da zanîn ku Tirkiye dê li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng nemîne.

“Îran a Îraniyan e”

Bahçelî bi bîr anî ku kevneşopiya dewletbûnê ya 2 hezar û 500 salî ya Îranê heye û tekez kir ku divê yekparçeyiya axa wî welatî were parastin.

Bahçelî got, “Îran a Îraniyan e” û hişyarî da ku eger Îran li ser bingeha etnîkî û mezhebî parçe bibe dê encamên giran ên herêmî derkevin holê û got:

"Parçe parçe dabeşbûna vî welatî, xeynî Tirkiye û welatên herêmê dê bandoreke gelekî neyînî li siyaseta cîhanî jî bike."

Serokê MHPyê xwest ku mudaxeleyî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê bi stratejiyên aştiyane were kirin û got, “Serkeftiyê şer nîne, serkeftiyên aştiyê pir in.”

Devlet Bahçelî her wiha behsa giringiya hevdîtinên dîplomatîk ên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û hêviya serdestbûna aştiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst