Erdogan: Me ji bo parastina welêt hemû tedbîr standine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îran Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku aloziya li Rojhilata Navîn her ku diçe belav dibe û got, "Bi teşwîqên lobiya Siyonîst operasyona asmanî li dijî Îranê hat kirin."

Erdogan diyar kir ku wan ji bo parastina Tirkiyeyê gavên pêwîst avêtine û got, "Ji bo ku em welat û miletê xwe ji van metirsiyan dûr bigirin me hemû tevdîrên pêwîst standin û em distînin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di merasîmekê de axivî û cih da şer û aloziyên herêmê.

“Pêla aloziyê belav dibe”

Erdogan bal kişand ser pevçûn û krîzên mirovî yên herêmê û got, "Mixabin pêla aloziyê ya li herêma me roj bi roj meyla belavbûnê nîşan dide."

Erdogan amaje bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê kir û got:

"Operasyona asmanî ya ku bi teşwîqên lobiya Siyonîst li dijî Îranê hat kirin li van zêde bû. Bi teşwîqa Siyonîst êrişî Îranê hat kirin."

Erdogan destnîşan kir ku êrişên mûşekî û dronên kamîkaze yên li ser welatên Kendavê bêîstîkrariyê kûrtir dikin û li xalên cuda yên Rojhilata Navîn "xwîn û rondik" didomin.

“Tirkiye dîplomasiya aştiyê dimeşîne”

Erdogan da zanîn ku Tirkiye bipêşketinên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne û got:

"Dema ku li çar aliyên cografyaya me ev bûyer diqewimin, em wekî Tirkiye xebatên xwe yên li ser aştî, aramî û îstîkrarê bi biryardarî didomînin."

Erdogan anî zimên ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û dan û standinan li ser maseyê dîplomasiyeke xurt dimeşînin û wiha pê de çû:

"Beriya ku xwîna zêdetir bê rijandin û agir zêdetir belav bibe, me hemû derfetên xwe seferber kirine da ku herêma me ji vê cenderê rizgar bibe."

“Hemû tevdîrên pêwîst hatine standin”

Erdogan tekez kir ku gavên têkildarî ewlehiya Tirkiyeyê jî hatine avêtin.

Erdogan got, "Ji bo ku em welat û miletê xwe ji van metirsiyan dûr bigirin me hemû tevdîrên pêwîst standin û em distînin."

Erdogan hûrgilî nedan lê diyar kir ku amadekariyên wan ên di warê dîplomatîk, leşkerî û ewlehiyê de didomin.

Pirsgirêka Kurdan û peyama “yekîtiyê”

Erdogan di axaftina xwe de tekezî li ser "parvekirina heman paşerojê, jiyana li heman welatî û pêşeroja hevpar" kir.

Erdogan got ku ew bi têgihiştina "Mirov bide jiyandin da ku dewlet bijî" tevdigerin.

Erdogan peyama yekîtiya civakî û piştgiriyê da û bal kişand ser girîngiya gihîştina nasname û beşên cuda li dora pêşerojeke hevpar.

Erdogan diyar kir ku esasê Tirkiyeyê xurtkirina yekîtî û bihevrebûna di eniya navxweyî de ye û parastina îstîqrara navxweyî li hemberî krîzên herêmî heyatî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst