Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wefat kir.
Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku li beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneyê dihat dermankirin koça dawî kir.
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirri Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an wefat kiriye.
Sirri Sureyya Onder kî ye?
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, ji bilî senaristî, derhênerî û nivîskariyê, yek ji navên herî girîng û rengîn ên siyaseta Tirkiyeyê bû.
Onderê ku yek ji aktorên "pêvajoya çareseriyê" bû mehên dawî di nav Heyeta Îmraliyê de cih digirt ku li gel Abdullah Ocalan û hikûmetê hevdîtin dikirin.
Onder, Sibata 2025an axaftina destpêkê ya daxuyaniya çapemeniyê ya bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Ocalan kir.
Li gorî gotinên wî, Sirri Sureyya sala 1962an wekî zarokê yekê ji çend malbatên sosyalîst ên bajêr hatiye dinê.
Bavê wî yek ji damezirînerên rêxistina TÎPê ya Semsûrê bû.
Xalê wî jî xwendekarê Seîdê Nûrsî bû
Ew, li Semsûra ku hema hema zimanê dayîkê yê her kesê derdora wî Kurdî bû endamê malbateke Tirkmen bû.
Di hevpeyvînên xwe de gotibû ku bêşiyaniya wî ya danîna têkiliyeke kûr bi Tirkî re di nav Kurdan de, bandor li nêrîna wî ya li ser "pirsa Kurd" kiriye.
Li gor gotina wî, di salên xwendina navendî de, dema ku hinek pirtûkên edebiyatê yên ji bavê wî mabûn dîtin û dest bi xwendina wan kir, berê xwe da ramanên sosyalîst.
Di ciwaniya xwe de di nav komên şoreşger û sosyalîst de cih girt.
Sala 1978an, dema xwendekarê Lîseya Semsûrê bû ji bo ku beşdarî xwepêşandana protestokirina Komkujiya Mereşê bû hat girtin. Ev girtina wî ya yekem bû.
Piştî ku lîse qedand, Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û berê xwe da paytexta Tirkiyeyê.
Li wir jî di nav siyaseta şoreşgerî de cih girt.
Dema ku derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î çêbû ew 18 salî bû.
Piştî salekê ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin, şkence dît û hêzên ewlehiyê ew şand Girtîgeha Mamakê.
Heft salan di girtîgehê de ma. Piştî girtîgehê dema derket Tirkiyeyeke din hebû.
Çû Stenbolê û di gelek karan de xebitî, di nav de şoferiya kamyonê. Demekê li derveyî Tirkiyeyê jî ma.
Bi sînema û nivîskariyê hat naskirin
Piştî ku bavê wî mir dest bi xebata wekî şagirt li cem take wênekêşê bajêr kir, vê yekê rê li ber wênekêşî û bi awayekî ne rasterast li ber sînemayê vekir.
Eleqeya wî ya bi sînema, xwendin û nivîsînê re her tim zêde bû.
Piştî girtîgehê, ji aliyekî di karên cuda de dixebitî, ji aliyê din jî eleqeya xwe ya bi sînema û nivîskariyê re didomand.
Di vê demê de nivîsên edebî nivîsîn. Piştî ku beşdarî kursa senaryoyê ya Bariş Pîrhasan bû berê xwe da senaryonivîsiyê.
Sala 2006an, senaryoya fîlmê "Beynelmîlel" nivîsî. Yek ji derhênerên fîlm bû.
Di fîlm de şopên ji jiyana Onder hebûn û wî bi xwe jî roleke biçûk lîst, di festîvalên cuda de eleqe dît.
Di sala 2008an de senaryoya fîlmê "Zarokên O..." jî li pey wê hat.
Di fîlmên wekî "Emret Komutanim", "Sis ve Gece", "Ada: Zombilerin Dgugunu", "F Tîpî Fêlm", "Ejder Kapani", "Mar", "Dugunn Dernek" û "Yeralti" de wekî senarîst, derhêner, şêwirmendê senaryoyê û lîstikvan cih girt.
Performansa li televîzyonê
Raya giştî ya Tirkiyeyê êdî dest bi bihîstina navê wî kiribû.
Sala 2010an di rojnameyên Birgun û paşê Radikalê de gotar nivîsîn.
Onder profîleke cuda ya çepgir derdixist pêş.
Ew kesek bû ku dikarî bi beşên Îslamî-mihafazakar re jî diyalogê ava bike. Derdikete kanalên televîzyonê yên vê beşê, hevpeyvîn didan rojnameyên wan.
Bi taybetî performansa wî ya wekî mêvanê bernameya "Sinorê Meksîkayê" ya li Ulke TVyê dihat weşandin û wekî pêşkêşkerê bernameya "Kafa Dengî" bal kişand.
Meyla ber bi siyaseta parlamentoyê ve
Sala 2011an jiyana wî ber bi siyaseta parlamentoyê ve guherî.
Onder, di hilbijartinên giştî yên wê salê de wekî berbijêrê serbixwe yê Bloka Azadî û Demokrasiyê hat hilbijartin û bû parlamenterê Stenbolê.
Di nav refên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de cihê xwe girt ku pêşengê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerê tevgera siyasî ya Kurd a wê demê bû.
Sala 2013an, bi avakirina HDPyê ku armanc dikir siyaseta Kurd û mixalefeta çep a Tirkiyeyê di bin heman banî de bigihîne hev, bû navekî girîng.
Bû alîkarê hevserokên giştî yê HDPyê.
Rola di çalakiyên Geziyê de: 'Ez parlamenterê daran im jî'
Onder, beriya avakirina HDPyê di çalakiyên Parka Geziyê ya sala 2013an de parlamenterê yekem bû ku cih girt.
Di rojên destpêkê yên çalakiyan de bi xwepêşanderên din re rastî gaza rondikrêj hat, heta kapsula gaza rondikrêj li milê wî ket û ew birîndar bû.
Di rojên destpêkê de dema li pêşiya makîneyên xebatê yên ku ketin Parka Geziyê sekinî û bi berpirsiyaran re kete nîqaşê, gotibû "Ez parlamenterê daran im jî".
Lê paşê rexne li BDPyiyan hatin girtin ku beşdarî çalakiyan nebûn û ev yek bi nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" ya wê demê ve hat girêdan.
Lê Onder, dema derket Nûçe TVyê, bi gotina "Tirkiye dişewite, yek ji serhildanên herî mezin ên dinê ye... (Kongreya Civaka Demokratîk) DTKyê tenê bi hevokekê jî daxuyaniya piştgiriyê neda" rexne li tevgera ku ew jî tê de ye girt.
Li gel vê, Onder got ku ew rexneyên "Kurd beşdarî Geziyê nebûn" ên wê demê jî rast nabîne.
Di bersiva rexneyan de got, "Ne zêde, hîn berî salek, sal û nîvekê Komkujiya Roboskiyê çêbû.
Eger ji sedî yek a wijdana ku li dora çalakiya Parka Geziyê hatibû organîzekirin, nerazîbûnek nîşanî vê bida, îro ji sedî sed ji tevahiya gelê Kurd bersiv didît."
Îmralî, Qendîl, Dolmabahçe...
Sirri Sureyya Onder, yek ji navên herî girîng ên serdemê bû ku wekî "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015an de tê binavkirin.
Di nav ekîbên ku çûn Girtîgeha Îmraliyê û Qendîlê de cih girt.
Pirtûka Îmrali Notlariyê nîşan dide ku Onder di van hevdîtinan de roleke girîng lîstiye.
Onder sala 2013an di pîrozbahiyên Newrozê yên Amedê de, nameya ku Ocalan tê de banga "Bila endamên me yên çekdar derbasî wî aliyê sînor bibin" dikir, xwend.
Nameya ku Ocalan sala 2014 û 2015an di pîrozbahiyên Newrozê de şand jî, dîsa wî Tirkiya wê xwend.
Xala herî bilind a pêvajoya çareseriyê "Peymana Dolmabahçeyê" bû.
"Peymana Dolmabahçeyê" deqa hevbeş bû ku piştî hevdîtina di navbera Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Heyeta Îmraliyê ya HDPyê de, 28ê Sibata 2015an hat ragihandin.
Onder 10 xal xwendin.
Bidawîbûna pêvajoya çareseriyê û rêya girtîgehê
HDP di hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîrana 2015an de ne tenê derbasî meclisê bû bi derbaskirina benda ji sedî 10 a li seranserê Tirkiyeyê, her wiha bi dengê zêdetirî ji sedî 13 û derxistina 80 parlamenteran, rê li ber piraniya meclisê ya ku AK Partiyê ji bo derbaskirina Destûra Bingehîn a nû hewce dibû, girt.
Lê belê ev geşbîniya li aliyê HDPyê demeke kurt ajot.
Lêgerînên koalîsyonê bê encam man û AK Partiya ku nekarîbû piraniya ji bo guherîna Destûra Bingehîn dixwest bi dest bixe, bi piştgiriya ku ji MHPyê jî stend, Tirkiye bir hilbijartineke nû.
Di vê navberê de, "pêvajoya çareseriyê" bi dawî bû û Tirkiye ket serdemeke ku aloziyên siyasî lê diqewimîn.
Di vê demê de, dema ku qada siyasî ya HDPyê teng dibû, bandora navên pêşeng ên wekî Onder jî kêm bû.
Di dema rewşa awarte de ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an hat, dest bi girtina rêveberên HDP û parlamenterên wê jî hat kirin.
Onder jî di 6ê Kanûna Paşîn a 2018an de bi tohmeta "propagandeya terorê" hat girtin. Di 4ê Çiriya Pêşîn a 2019an de hat berdan.
Onderê ku bi xwe çû Girtîgeha Kandirayê ji rojnamegeran re got, "Her çi qasî tiştên ku diqewimin wekî tiştine dilreş xuya bikin jî bi rastî rojên xweş ji bo temamê welêt nêzîk in.
Her gotineke ku em dibêjin, hemû xebatên ku em dimeşînin rûmeta me ne."
Dema ku ji girtîgehê derket, yek ji gotinên wî yên pêşîn ev bû:
"Kengî welat bi tevahî gavên demokratîkbûn û aştiyê biavêje, em dê hingê karibin şabûna xwe bijîn."
Vê carê jî di nav Heyata Îmraliyê de bû
17ê Adara 2021ê di çarçoveya doza girtina HDPyê ya ku Serdozgeriya Komariyê ya Dadgeha Bilind vekir de, di nav navên ku 5 sal qedexeya siyasetê ji bo wan dihat xwestin de bû.
Di doza Kobaniyê de hat darizandin û di Gulana 2024an de bêrî kirin.
Di hilbijartinên giştî yên 2023yan de ji DEM Partiyê wekî parlamenterê Stenbolê yê xula 28an hat hilbijartin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an bangî Abdullah Ocalan kir ku PKKyê fesix bike û were li parlamentoya Tirkiyeyê biaxive.
Onder, di pêvajoya ku piştî vê daxuyaniyê dest pê kir de, di nav Heyeta Îmraliyê ku li gel Ocalan û hikûmetê hevdîtinan dike de cih digirt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse