Erdogan: Eger Xeyidînek hebe em rêya aştiyê bibînin

03-06-2023
RÛDAW
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji nû ve weke serokomar hatiye hilbijartin gotarek pêşkeş kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji nû ve weke serokomar hatiye hilbijartin gotarek pêşkeş kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya merasîma destpêkirina kar de Got: “Eger dilmabûn û xeyidînek çêbûbe em rêya aşiyê bibînin. Em hemû bi hev re mil bidin avakirina Sedsala Tirkiyê.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji nû ve weke serokomar hatiye hilbijartin îro li Parlamentoya Tirkiyê sond xwar. Erdogan piştî ku derbasî Kuliyeya Serokomariyê bû û xêrhatine serokên dewletan,  serokwezîr û wezîr û nûnerên welatan beşdarî merasîmî bûne kir.

Yek ji mêvanên Erdogan,  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê bû û li Kuliyeya Serokomariyê silav dan hev.

Erdogan di merasîmê de ji ber çûna ser sindoqan kesên ku dengê xwe nedane wî jî pîroz kir û got: “Ez spasiya 27 milyon û 835 hezar xwîşk û birayên xwe yên ku careke din em layiqî vê wezîfeyê dîtine dikim. Ez hemû welatiyên xwe yên ku çûne ser sindoqan, tevî ku îradeya wan bi rengekî din derketiye holê, pîroz dikim. Em dê pêbaweriya gelê min ê ezîz a ji şexsê min, partiya me û îtifaqa me vala dernexînin, em dê ji bo Tirkiyê berhem û xizmetên xwe bidomînin. Ji kîjan nêrîna siyasî, esl û binyadê, meşreb û mezhebê dibe bila bibe em dê temamiya 85 milyonî hembêz bikin."

Erdogan tekez kir ku  hewcehiya Tirkiyê ji her wextê zêdetir bi yekîtî û bihevrabûnê heye û got: “Hewcehî pê heye ku 85 milyon ferd wekî tuxleyên dîwarekî hev bigirin. Hilbijartiya 28ê Gulanê qediya. Îradeya neteweyî di sandoqê de du caran tecellî kir. Sedsala Tirkiyeyê dest pê kir, deriyên heyama coşîna welatê me vebûne.”

Serkomarê Tirkiyê da zanîn ku ew dê kabiniya xwe eşker bike û got: “Ez dê îşev kabîneya me ya nû eşkere bikim, em dê bi kabîneya xwe ya nû  sedsala Tirkiyê neqş bi neqş bixemilîn. Em dê roja Sêşemê civîna kabîneyê ya ewil bikin.”

Erdogan got: "(Mixalefet) Piştî her hilbijartinê hember destê me yê ku me ji bo musahakirinê dirêj kir kulmên xwe girtin. Em hêvî dikin ku vê carê helwesteke cuda nîşan bidin. Em hêvî dikin ku ji bo selameta demokrasiya Tirkan mixalefet jî bi hişmendiya berpirsyariyê tevbigere. Em dixwazin mixalefet bi îradeya neteweyî re aş bibe.

Em wisa bawer dikin ku di sala 100emîn a Komarê de hewcehiya Tirkiyê bi hevhembêzkirineke mezin heye. Em li 81 wilayetên me seferberiya biratiyê bidin destpêkirin. Roj ew roj e ku em bibin yek, bi hev re bin, biratiya xwe ya hezar salî xurt bikin. Roj roja xwedîlêderketina siberojên ronak ên ewladên me ye.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Erdogan banga aşbûnê kir û got: “Werin em dilmayînên di heyama hilbijartinê de deynin aliyekî. Eger dilmayîn û xeyidanî çêbûbe em rêya aşbûnê bibînin. Em hemû bi hev re mil bidin avakirina Sedsala Tirkiyê.

Em ê demokrasiya xwe ji destûra bingehîna berdest a ku berhema derbeyê ye xilas bikin û bi destûrekî azadîxwaz, sivîl û her kesê dihewîne xurt bikin."

Erdogan di heman demê de bal kişand li ser sozên di dema bangeşeya hilbijartinan de dane û got: “Em dê bibin şopînerên sozên ku me li meydanên hilbijartinê dane gelê xwe. Wekî 21 salên dawîn me çi soz dabe, înşeallah em dê yek bi yek bi cî bînin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan herwiha di gotara xwe ya merasîma destpêkirina kar de gotineke helbestvan û fîlosofê Kurd ê neteweyî Ehmedê Xanî jî bi kar anî.

Erdogan got: “Dema em xizmetê dikin, me li bawerî, reng û dengê kesekê nenêriye. Me ticaran navçegirî, partîtî û cudakarî nekiriye. Wek Şêx Edebalî me got: Xelkê bide jiyan kirin bila dewlet bijî. Wek Ehmedê Xanê me got: Mirov nexşa ku bi pênûsa herî mezin hatî  kêşandin e. Îro jî em li jêr ronahiya heman hikmetê dimeşin. Em îro jî heman xewn û prensîpan diparêzin. Îro jî bi heman heskirinê ya Hacî Bektaşî, Yûnis Emre, Pîr Sultan, Mewlana û Ehmedê Xanê bangewazî dikim. Em bi têgihiştinek ku nefretê, aciziyê û dijminatiyê zêde bike tevnagerin. Bi têgihiştineke hezkirinê, pêşwazîkirinê, birayetiyê û hembêzkirinê zêde bike tevdigerin. Em dibêjin werin em bibin yek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst