Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çû Enqerê.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû ku dîsa weke serokomart hatiye hilbijartin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çû Enqerê.
Ji bo Recep Tayyip Erdoganê ku jinûva wek Serokomar hat hilbijartin li Kuliyeya Serokomariyê “Merasima Destpêkirina Kar” hat lidarxistin.
Barzanî beşdarî merasima destbikarbûna Erdogan bû ku ji 81 welatan nêzîkî 100 mêvanên payebilind amade bûn.
Di merasîmê de nûnerên payebilind ên saziyên navneteweyî jî amade bûn.
Erdogan û Barzanî silav dan hev.
Piştî merasîmê, Nêçîrvan Barzanî û mêvan, beşdarî şîva ku li Kulliyeya Serokatiyê hat dayîn, bûn.
Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de da xuyand ku Serokomar Erdogan spasiya serokên ku beşdarî merasima bûne kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima sondxwarina Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de ku li Enqereyê beşdar bû, silav da Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da. pic.twitter.com/N9B4smz2m8
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 3, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse