Hîkmet Çetîn çû cem Demîrtaş, Îmamoglu û Altayli

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Hîkmet Çetîn Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê yê berê Hîkmet Çetîn li girtîgehan Selahattîn Demêrtaş, Ekrem Îmamoglu û Fatîh Altayli ziyaret kirin.

Hîkmet Çetîn derbarê ziyaretan li ser hesabê xwe yê Xê daxûyanî da.

Serokê berê CHPyê Hîkmet Çetîn ragihand ku wî doh li Girtîgeha Marmarayê ya li navçeya Silivriyê ya Stenbolê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem İmamoğlu, rojnameger Fatîh Altayli, Alîkarê Şaredarê Beşiktaşê Alî Riza Yilmaz ziyaret kirine.

Çetîn her wiha çû Girtîgeha Edirneyê û li wir jî Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kirin.

Hîkmet Çetîn got, "Îro min Selahattîn Demîrtaş û Dr. Selçuk Mizrakli li Edirneyê ziyaret kirin…"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst