Serokerkanê nû yê Tirkiyeyê diyar bû

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê de Metîn Gurakê Duyemîn Fermandarê Artêşa Dûyemîn bû Serokerkanê nû yê Tirkiyeyê.

Şûraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan civiya.

Di civînê de Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Karên Navxwe Ali Yerlikaya amade bûn.

Herwiha Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek, Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekin, Wekîlê Sererkaniyê Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Hewayî Atilla Gulan di civînê de cih girt.

Fermandarê Artêşa Dûyemîn Metîn Gurak di civînê de wekî Serokerkanê nû yê Artêşa Tirkiyeyê hat diyarkirin.

Serokerkanê Dûyem ê Artêşa Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu bû Fermandarê Hêzên Bejahiyê û Ziya Cemal Kadioglu jî bû Fermandarê Hêzên Hewayî.

Bi biryara Şûraya Bilind a Leşkerî ya Tirkiyeyê pileya 32 general û amîralan hat bilindkirin û pileya 63 efserên serheng (albay) ji bo generalî û amîraliyê hat bilindkirin.

Piştî ku Serokerkanê berê yê Artêşa Tirkiyeyê Yaşar Guler wekî Wezîrê Parastinê dest bi kar kiribû, Musa Avsever wekî wekîlê serokerkaniyê hatibû diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin