Ji Îbrahîm Tatlises daxuyaniya referandûma Kurdistanê

03-10-2017
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Tatlises Referandûm Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Stranbêj Îbrahîm Tatlises li ser wêneyekî xwe yê photoshopkirî nerazîbûn nîşan da û got: “Ma çi karê min bi referandûma Iraqê re heye.”

 

Li ser torên civakî wêneyekî Îbrahîm Tatlises hate belavkirin, ku di wêneyê de li ber sindoqekî sekiniye û dengê xwe bikar tîne.

 

Li ser sindoqa dengdanê jî nivîsa “Belê bo Serxwebûna Kurdistanê” heye.

 

Ji ber vê wêneyê Îbrahîm Tatlises li ser navnîşana xwe ya tora civakî got, ku ev sal û nîvekê ye li bajarê Îzmîrê ye û neçûye ti deran.

 

Tatlises wêneyê xwe yê rast jî parve kir û wiha got:

 

“Ez êdî bêzar bûme her gav rastiyan biselmînin. Lê hinek mirov ji wê bêzar nebûne, ku wêneyên min photoshop bikin û mirovan bixapînin. Ew wêneyên min yên referandûma destûra Tirkiyê ya 16ê Îlonê ne. Lê bi photoshopê wesa dane nîşandan ku min di referandûma Iraqê de deng daye. Ma hiş û aqil heye. Weke hemwelatiyekî Tirkiyê çi karê min di referadnûma Iraqê de heye? Ji bo derewan jî jîrbûn pêwîste, mixabin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst