Îdia: Ocalan dê bangeke berfireh bike

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Danîna Çekan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo rêxistinê banga danîna çekan kiriye.

Herwiha hat îdiakirin ku dê Ocalan, di rojên pêş de ji bo raya giştî bangeke berfireh bike.

Li gorî nûçeya Haberler.comê ku wekî “agahiya kulîsê” parve kiriye, rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999an ve li girtîgeha Îmraliyê tê girtin, ji Qendîlê re peyamek şandiye.

Li gorî nûçeyê, rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe de gotiye:

“Rêxistin di çarçoveya geşedanên herêmî de ji armanca xwe dûr ketiye. Li hemberî geşedanan derfet û motîvasyona xwe ji dest daye.”

Herwiha hat îdiakirin ku di peyamê de hatiye gotin:

“Dê pêdiviya rêxistinê bi rêvebirên payebilind hebe lêbelê eger ku çalakiyên çekdarî bidomin dê ziyanên di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re zêdetir bibin.”

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Ocalan ji bo rêxistinê banga “danîna çekan” kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst