Erdogan li ser mûşeka Îranê axivî: Em karê xwe ji şans re nahêlin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îran Tirkiye Mûşek NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser mûşeka balîstîk a ku ji Îranê ber bi asmanê Tirkiyeyê ve hat avêtin daxuyanî da.

Erdogan diyar kir ku “hişyarî hatine dayîn” û got, "Di warê ewlehiya sînor û asmanê xwe de em karê xwe qet ji şansê re nahêlin."

Mûşeka ku ji Îranê hatibû avêtin û berê wê li asmanê Tirkiyeyê bû, ji aliyê hêzên NATOyê yên li Deryaya Spî ve hatibû xistin.

"Me hişyariyên herî zelal dan"

Erdogan destnîşan kir ku ew bi hevalbendên NATOyê re di nava şêwireke nêzîk de ne û anî zimên:

"Em her cûre tedbîran distînin û di cih de midaxeleya pêwîst dikin.

Ji bo ku bûyerên wiha careke din neqewimin em hişyariyên xwe bi awayekî herî zelal dikin.

Di mijara ewlehiya sînor û asmanê xwe de em karê xwe qet ji şansê re nahêlin."

"Em girava aramiyê ne"

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de pesnê artêşa Tirkiyeyê da û wiha got:

"Îro eger em di nava xeleka agir a li derdora xwe de wekî giraveke aramiyê derdikevin pêş, sedema vê yekê xisûsiyeta me ya neteweyî ye ku em esaretê qebûl nakin û sedema din jî hêza pêximker a artêşa me ya qehreman e.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi hêza xwe ya siyasî, dîplomatîk û aborî li hemû cîhanê balê dikişînin. Em piştgiriya artêşa xwe didomînin."

"Divê em hêza xwe zêde bikin"

Erdogan bal kişand ser hinardeya parastinê û got:

"Me di hinardeya parastin û asmanî de rekoreke nû tomar kir.

Hêzên me yên çekdar di tatbîkata NATOyê ya li Almanyayê de hem em serbilind kirin hem jî teqdîra hevalbendên me kom kir.

Eger me guh bida gotinên 'Testa mûşekan nekin masiyan ditirsînin' helbet me ev tişt bi dest nedixistin.

Eger em dixwazin li van axan bijîn divê em hêza xwe ya cayedandinê zêde bikin.

Di van rojên biêş de em di mijara ewlehiya sînor û asmanê xwe de karê xwe ji şansê re nahêlin."

Çi bûbû?

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû, mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û berê wê li asmanê Tirkiyeyê bûye, ji aliyê hêzên parastina asmanî û mûşekan ên NATOyê ve li Rojhilatê Deryaya Spî hatiye bêbandorkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re bi têlefonê axivîbû.

Fîdan berteka Tirkiyeyê ragihandibû û gotibû divê ji her cûre gavên ku bibin sedema belavbûna şer dûr bisekinin.

Her wiha Balyozê Îranê yê Enqereyê Mihemed Hesen Hebîbulahzade gazî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatibû kirin û berteka Enqereyê jê re hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst