Keça Onder nameyek ji bavê xwe re xwend: 'Min tiştekî wekî aştiyê dît'

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ceren Onder Kandemir Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ceren Onder Kandemîra keça Sirri Sureyya Onder di merasîma bîranîna bavê xwe de nameyek xwend û got, "Min di nav qerebalixiya korîdorên nexweşxaneyê de tiştekî dişibiya aştiyê dît, bila çavên te li paş nemînin."

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Stenbolê (AKM) merasîmek hat li darxistin.

Di merasîmê de ji bilî malbata gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û kesayetên navdar û hezkiriyên wî beşdarî merasîmê bûn.

Cerena keça Sirri Sureyya Onder ji bo bîranîna bavê xwe axaftineke kurt kir.

Ceren bi çavên bigirî axivî û got, "Her gava min tiştek dinivîsand, min telefonî bavê xwe dikir û min bi dengekî bilind dixwend.

Ez û ew wekî yek kesî bûn. Min ew dixwend wekî ku ez xwe dixwînim. Min şaşiyên xwe didîtin."

Nameyek ji bavê xwe re xwend

Ceren Onder Kandemîr, pişt re nameya ku ji bavê xwe re nivîsandibû xwend:

"Bavo, hemû rengê jiyanê çû. Jiyana ku min nas dikir bi dawî bû. Niha jiyaneke nû dest pê dike.

Tirsnak, tijî nenasî. Jiyaneke ku êdî ez nema dikarim tiştekî ku min berê qet nebihîstiye ji te bibihîzim.

Ji dema ku min xwe nas kiriye, ez tim ji windakirina te ditirsiyam. Ev tenê kabûsa min, lawaziya min, jana di pozê min de, girêka di qirikê min de, êşa zikê min bû.

Tu ew qasî baş, ew qasî bêhempa bûyî ku; min digot 'Ev mirov tenê bi mirina xwe dikare êşê bide min'.

Dengê kemanê, cimbûşê, ûda ku te bi şev lê dixist, helbestên ku te di carekê de ji ber dixwendin, qehweyên ku me rojê 5 caran û di her carê de bi kêfxweşî hev didît wek ku em nû hev nas dikin, nehewandina te di malan de, dilnermiya te li hemberî her kesî, westîna te nekişandin ji bo qenciyê, aciznekirina te ji kesî, û tirseke mezintir ji dilşikandina kesekî... tirseke mezintir ji şikandina rûmeta kesekî... 'Bavo dilê min şikestiye' min digot û bangî te dikir. 'Bavo, ez grip bûme, kuxika min naqete, pisîka min mir, ez evîndar bûm, xew nakeve çavên min...'

Ez ji bavîtiya te têr bûm, ew qasî ku te heta niha daye min ne tenê bes e, ji bo kurê min û zarokên wî jî bes e.

Te ez têr kirim heta ku êdî min ne hewce be bi bavekî. Lê ez ji hevalîtiya te têr nebûm. Ma mirov ji wê hevalîtiyê têr dibe?

Niha ez dixwazim hêrs bibim. Dixwazim ji te aciz bim ku te digot, 'Du hefteyan şûnde protokola aştiyê tê îmzekirin, paşê em dê rehet bin, ez ê jî emeliyat bibim.'

Dixwazim ji wê gotina te ya 'Di du hefteyan de çi dibe?' aciz bibim. Greva birçîbûnê, şkenceyên di girtîgehan de... Dixwazim ji tenê li xwe nenêrîna te aciz bibim, lê nikarim.

Ji ber nameyeke ku te ji Girtîgeha Kandırayê ji min re şandibû, nikarim aciz bibim Te got tu bavekî naxwazî ku ne rêyek wî hebe ku bişopîne, ne armancek wî hebe lê her tim ji bo min li wir be, ma xwezî niha neçar nemabûya ku tu herî!

Ma niha min nediviyan ku tu neçar nebî herî? Te digot 'Ji bo kesên ku ji te re hêrs in, ji bo xizanî û tinebûnî xwe zêde hêrs meke'.

Di jiyana te de ku ji roja ku ez ji dayik bûm ve di nav feqîrî, bêparî û sêwîtiyê de derbas bûye, min qet nedîtiye ku te hêrsa xwe li ku veşartiye. Min qet nedît. Bêguman di dilê xwe de.

Tu ji vê dinyayê diçî bavo, bêyî ku tiştekî tenê bi dest bixî, bêyî ku kirasekî din bikirî, bêyî ku tu tiştekî ji kesî bixwazî, bê deyn û bê xerç, bi xwedîkirina rûmetê ne qirikê.

Tu diçî, hinekî ji kêfa min ji Can û Yasîn re dihêlî, lê hemû rengê min dibî. Min karî têra xwe evîna xwe bidim te.

Her roj min digot ez ji te hez dikim. Min têra xwe maçî kirî, bêhn kirî. Niha bila hemû rengên min jî yên te bin.

Helbet li wê derê jî tu dê hevalên xwe bibînî. (Gelo xwişka Gulten, xwişka Pervîn li ku ne?) Êdî bêhna xwe vede Qumriya min.

Em dê baş bin. Em dê her dem ji zarokan re qala te bikin. Em dê hewl bidin henekên te teqlîd bikin, herçend ew dê li devê me xwar xuya bikin jî.

Niha di dilê min de aramiyeke ku ez bi tevahî nikarim tarîf bikim heye. Aramiya zanîna ku êdî tu ne neçar î têbikoşî.

Ez dê ji bîr nekim wê roja dawî ya ku me tu li ser lingan dît, te kîsikek mandalîna û qutiyeke hêkan dabû me.

Te her dem di berîkekê de mandalînê û di berîka din de jî şekirî fistiqan ji bo Can hildigirt, evîna te ya ji qutiyên hingiv ên tenekeyî û cihên bêhnvedanê.

Te got, 'Heta ez daweta Can nebînim ez naçim'. Qet sozeke te ya ku te pêk neanîbe tune bû, ma tu çûyî? Te dixwest aştiyê bibînî. Sêwîmayîna zarokan dilê te qelaşt. Devê te ji şîr nedişewitî.

Nizanim ma aştî bû; lê min di koridorên nexweşxaneyê de, di nava elaleteke bê çîn, bê al, xemgîn û hêvîdar de tiştekî wekî aştiyê dît.

Bila çavê te li paş, hişê te li ba me nemîne. Bi wan rêzên ku te bi dengê xwe yê xweş ji min re dixwendin; 'Ez dizanim, baran careke din ber bi jor ve nabare.

Birîna kêrê êşê nade, winda dibe û diçe, lê ba cihê ku ji te valabûye nikare tije bike. Ji jiyanekê ber bi jiyaneke din ve, cihê qulingên ku bi hev re difirin li ezmên. Ez bi te serbilind im."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin