Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar dest ji hevserokatiya partiyê berdidin.
Herdu hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ku beşdarî televîzyonekî nêzîkî PKKê bûn gotin "Di kongreya ku bê lidarxistin de em dê nebin berbijêrê hevserokatiyê. Me biryar da ku em di kongreyê de peywireke nû wernegirin. Em dê erka xwe ya hevserokatiyê ji hevalên din re bihêlin.”
Piştî ku HDPê di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengê xwe li gor hilbijartinên berê kêm kir, nîqaş di nav partiyê de dest pê kirin. Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir ku wî dixwest bibe berbijêrê serokomariyê lê ev daxwaz ji aliyê partiyê ve bê bersiv ma.
Derbarê mijarê de Pervîn Buldan got: “Di daxuyaniya ku me roja piştî hilbijartinê dayî de, me ragihand ku em dê partiyê bibin kongreyê. Ji ber ku armancên me pêk nehatin, partiya me piştî hevdîtinên li gel komîteyên me dê biçe kongreyê. Di her qonaxeke vê têkoşînê de ez amade me ku tişta bikeve li ser milê min pêk bîne, lê bi berçavgirtina hemû rexneyan, ez dê di vê kongreyê de posta hevserokatiyê bi serbilindî bidim hevalekî xwe yê din. Di pêvajoya kongreyê de ez beşdarî ti mekanîzmayên biryaran nabim. Di vê qonaxê de, berpirsiyariya me heye ku em hesab bidin. Em hema yekser naçin em dê pêşî hesabê bidin. Em dê li hemberî gelê xwe, li hemberî dengdêrên xwe û li hemberî jinan hesab bidin. Bi min mijara herî girîng ev e.”
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar jî daxuyaniya hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş a "Ez dev ji siyaseta aktîf berdidim" nirxand û got: “Demirtaş heval û rêhevalekî pir hêja ye. Ne tiştek e ku em rast bibînin ku em niyeta wî bipirsin. Me serdana Demîrtaş kir, got astengiya wî ya yaayî heye û piştre ji çapemeniyê re vegot. Piştre em çûn Kandirayê û me pêşniyarên Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak wergirt. Pêşniyar kirin ku eger berbijêrek hebe, bila jinek bibe berbijêr. Me ev pêşniyar di komîteyên xwe de gotûbêj kir. Di xala dawî de meyla derxistina jinekê hebû. Ev yek ji Demîrtaş re hat ragihandin û wî jî got ku ew piştgirî dide vê fikrê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse