Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Referansa me ya bingehîn hiqûq û mafên mirovan e

04-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alî Yelikaya bi merasîmekê erka Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji Suleyman Soylu wergirt û got: “Referansa me ya bingehîn hiqûq û mafên mirov e û ji vê yekê dê tawîz neyê dayîn.”

Wezîrê berê yê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an bi merasîmekê erka xwe radestî Ali Yerlikaya kir ku di kabîneya nû de wek Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hatiye diyarkirin.

Alî Yerlikaya amaje bi wê yekê da ku dê li ser esasê hiqûqê û mafên mirov kar û xebatên xwe birêve bibin û sedema hebûna wan parastina aramiya 85 milyon welatiyên Tirkiyê ye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê nû Ali Yerlikaya got: “Li her cihekî ku ala me bilind dibe aramî û ewlekariya 85 milyon mirovê me û parastina biratiya bihêz û yekîtiya welatê me ku nayê perçekirin sedema hebûna me ye. Her şexseke miletê me emanetê me ye.  Em di bin fermana miletê xwe de ne. Em di zanebûna erk û berpirsiyartiyê xwe de ne. Referansa me ya bingehîn hiqûq û mafên mirov e û qet ji vê yekê dê tawîz neyê dan. Wek Wezareta Navxwe em malbateke mezin û bihêz in. Têkoşîna me ya dijî tawanên terorê, yên siberê, madeyên hişber, koçberbûna neyasayî û dijî hemû tawan û tawanbaran dê bi biryarbûneke mezin berdewam bike. Hemû birînên xwe yên li herêma erdhejê em dê bi  hevre bipêçin. Dema em vê yekê bikin jî armanca me tenê rizaya Xwedê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin