Ozel: Em dixwazin Kurd li welatên ku li wan dijîn di nav aştiyê de bin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Kurd PKK Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew pêvajoya çareseriyê wekî qadeke hevrikiya siyasî yan jî mixalefetê nabînin.

Ozel got ku ew piştgiriyê didin bêçekkirina PKKyê da ku hemû Kurd li welatên ku li wan dijîn di nava aştiyê de bin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û pêvajoya çareseriyê nirxand.

Ozel diyar kir ku ew wekî mixalefeta sereke ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi biryardarî amade ne û piştgiriyê didin pêvajoyê.

"Meseleya Tirkiyeyeke bêteror ne qadeke hevrikiyê ye"

Ozgur Ozel bal kişand ser helwesta partiya xwe ya li ser pêvajoyê û got:

“Meseleya Tirkiyeyeke bêteror ji bo me ne qadeke hevrikiyê ye. Em wekî CHPyê hem aştiyê û hem jî demokrasiyê diparêzin.

Ji bo ku PKK çekan deyne, pirsgirêka li hundir bi dawî bibe û hemû Kurd li welatên ku li wan dijîn di nava aştiyê de bimînin, em gotinên xwe piştrast dikin û careke din mohra xwe li binê vê daxwazê dixin.”

"Edalet pêk neyê çareserî gelekî dijwar e"

Serokê CHPyê destnîşan kir ku ew dê her gava ji bo aştiyê bi biryardarî biavêjin.

Ozel her wiha diyar kir ku sedema sereke ya hemû kêmasiyên di polîtîkaya derve û aboriyê de, rûxîna pergala darazê ye.

Ozel tekez kir ku eger edalet pêk neyê, dîtina çareseriyeke mayînde dê gelekî dijwar be.

Ozgur Ozel axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em di her pêngavê de bi biryardarî tevdigerin.

Pêşiyê em Komara Tirkiyeyê, piştre partiya xwe û di dawiyê de jî xwe li ber çavan digirin.

Em ji bo çareserkirina her cure pirsgirêkê amade ne da ku aramî vegere welêt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst