Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag bi tundî pêşniyara Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rexne kir.
Devlet Bahçelî daxwaz kiribû ku Abdullah Ocalan bibe "Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê,"
Ozdag ev pêngav wekî encama "bazara bi PKKyê re" pênase kir.
Ozdeh her wiha bangî xelkê Tirkiyeyê kir ku li dijî pêvajoya çareseriyê derkevin.
"Dixwazin bazariyên xwe veşêrin"
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de li ser Abdullah Ocalan axivîbû.
Bahçelî ragihandibû, eger ji bo Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan valahiyeke statuyê hebe divê ev valahî di berjewendiya dewletê de were dagirtin.
Li gorî daxwaza Bahçelî divê navê wê statuyê bibe "Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê."
Lê gotin û pêşniyarên Bahçelî yên derbarê Ocalan de di nav siyaseta Tirkiyeyê de bertek li pey xwe anîn.
Partiya Ozdag partiyeke neteweperest e û ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê ye.
Umît Ozdag di daxuyaniyekê de nerazîbûn nîşanî Bahçelî da û ew bi "têkdana ewlehiya niştimanî" tawanbar kir.
"Li dijî vî karî derkevin"
Umît Ozdag di daxuyaniya xwe de anî zimên ku armanca van pêşniyaran veşartina hevdîtinan e û got:
“Bikaranîna pênaseyên wekî ‘asayîbûna siyasî’ ji bo vê pêşniyarê, tenê ji bo veşartina bazariyên bi PKKyê re ye.
Bi vî awayî nabe ku nîzama giştî û ewlehiya milet were parastin."
Ozdag di berdewamiya axaftina xwe de bangî xelkê kir û got:
"Ez bangî miletê Tirk dikim ku di bin sîwana Partiya Zaferê de kom bibin.
Werin em li dijî vî karî parastina destûr, yekrêzî û dewleta me ya laîk bikin.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe de nexşerêyeke nû ji bo statuya Ocalan pêşkêş kiribû.
Bahçelî gotibû, “Divê navê statuya Abdullah Ocalan bibe ‘Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’.
Hêviya me ew e ku serkirdayetiya damezrîner a PKKyê di bin pênaseyekê de erkê xwe bi cih bîne da ku ev pirsgirêk bi temamî bi dawî bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse