Huseyîn Çelîk: Divê navê Tunceliyê bibe Dêrsim

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Çelîk Dêrsim Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrînerên AK Partiyê û wezîrê berê Huseyîn Çelîk ragihand ku divê Tirkiye ji ber Komkujiya Dêrsimê rû bi rûyî dîroka xwe bibe.

Huseyîn Çelîk destnîşan kir ku divê wekî daxwaza lêborîna dewletê, navê “Tunceliyê” biguhere û bibe "Dêrsim".

Yek ji damezrînerên AK Partiyê û Wezîrê berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk, ji bo salvegera Komkujiya Dêrsimê ya sala 1937an, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Çelîk bal kişand ser birînên kûr ên gelê Dêrsimê û girîngiya vegerandina rûmetê ya ji bo Dêrsimê.

Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe de amaje bi Komkujiya Dêrsimê da û got:

“Bûyerên Dêrsimê yên ku 4ê Gulana 1937an de bi navê ‘Operasyona Tenkîl a Tunceliyê’ dest pê kiribû û heta dawiya 1938an domiya, şopên pir kûr di bîra miletê me de hiştiye.

Dewleta hiqûqê ew dewlet e ku ji rûbirûbûna rabirdûya xwe natirse.

Eger li ser navê dewletê xeletî hatibin kirin, divê mirov bi wêrekiyeke mezin bêje ‘xeletî’ û berpirsyariyê hilde ser milê xwe.”

Çelîk daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a sala 2011ê ku bi navê dewletê ji bo Dêrsimê lêborîn xwestibû, bi bîr anî û anî ziman:

“Divê rastiyên dîrokî di pirtûkên dersan de cih bigirin.

Wekî encameke wê lêborîna ku hatiye xwestin, divê rûmeta herêmê were vegerandin û navê Tunceliyê bibe Dêrsim.

Ev yek ne tenê erkekî li hemberî rabirdûyê ye, ji bo avakirina paşerojeke dadmendtir û demokratîktir neçariyek e.”

Komkujiya Dêrsimê di navbera salên 1937-1938an de ji aliyê Komara Tirkiyeyê pêk hat.

Armanca dewletê ew bû ku bi rêya zorê desthilata navendî li herêmê ava bike û zextê li xelkê Dêrsimê bike.

Beriya operasyonê, sala 1935an bi yasayekê navê "Dêrsim" hatibû guhertin û kiribûn "Tuncelî".

Komara Tirkiyeyê bi operasyonên leşkerî yên berfireh bi hezaran Kurd kuştin û bi deh hezaran kes jî koçber kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 23yê Çiriya Paşîn a 2011ê  ku wê demê Serokwezîr bû di civîneke AK Partiyê de gotibû:

“Eger li ser navê dewletê pêwîstî pê hebe ku lêborîn were xwestin, ez lêborînê dixwazim.”

Lê ji wê rojê heta niha daxwazên ji bo guhertina navê bajêr di pratîkê de nehatine bicihanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst