Îbrahîm Kalin bû serokê MÎTê

05-06-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin hat tayînkirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berdevekê berê yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin weke serokê MÎTê erkdar kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê kabîneya nû eşkere kiribû. Di kabîneya nû de Rêveberê MÎTê Hakan Fîdan weke Wezîrê Derve hatibû damezrandin.

Di daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê de wiha hatiye gotin: “Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji bo Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê Birêz Îbrahîm Kalin tayîn kir."

Tê gotin ku li şûna Kalin, Wezîrê Ciwanî û Werzîşê yê berê Akîf Çagatay Kiliç wek Berdevkê Serokomariyê were wezîfedarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin