Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li ser tenduristiya Devlet Bahçeliyê ku nexweş ketibû û niha li nexweşxaneyê ye daxuyanî da.
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyê ye.
Hinek malperên nûçeyan gotibû ku Bahçelî ji ber nexweşiya dil çûye nexweşxaneyê.
MHPyê bi rêya hesabê xwe yê Xê peyama Midûrê Qelema Taybet a Bahçelî Murat Çelîker parve kir.
Di peyamê de hat gotin ku dê ji bo Bahçelî di demeke plankirî de hinek test û check-up bên kirin û ew dê piştî nirxandina encaman dest bi karê xwe bike.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin jî li ser mijarê got:
"Civîna koma me ya vê hefteyê ji ber ku kuxika Serokê Me yê Giştî Rêzdar Devlet Bahçelî berdewam dike hat betalkirin."
Bahçelî civîna koma xwe ya pêr (sêşem) betal kiribû.
Divê were gotin ku Bahçelî berê ji ber nexweşiya dil emeliyat bûbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse