Jin herî zêde li malên xwe tên kuştin

6 demjimêr berê
Nîşan Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya meha Sibata 2026an eşkere kir.

Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Sibatê de 34 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Platformê da zanîn ku di heman mehê de 11 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin.

Jin ji aliyê kê ve hatin kuştin?

Li gorî amarên raporê, kujerên jinan herî zêde kesên nêzîkî wan in.

Hat diyarkirin ku 9 jin ji aliyê hevjîn, kur, bav an birayên xwe ve hatine kuştin.

8 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve hatin qetilkirin.

Her wiha 3 jin ji aliyê hezkirên xwe û 3 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin.

Herî zêde li malê tên kuştin

Raporê bal kişand ser cihê kuştina jinan jî.

Li gorî amaran, 22 jin li malê hatine kuştin. Ev rêje dike ji sedî 64,7ê hemû kuştinên meha Sibatê.

Cihên din ên ku cinayet li wan pêk hatine wiha ne:

5 jin li qadên civakî, 4 jin li daristanan û 3 jin jî li cihên avî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst