Stenbol (Rûdaw) - Di rojeva Tirkiye de îro nûçeyeke ku xelkê vî welatî arasteyî nava şokê kir, girîntirîn mijar e û li ser medyayê jî cihê herî fireh ew digire. Li bajarê Eskîşehîrê, li zanîngeha Osmangazî, mamosteyekî 4 mamosteyên din dan ber guleyan û ew kuştin. Di vê bûyerê de jî navê FETOyê derbas dibe. Li gorî daxuyaniyên ku ji Eskîşehîrê tên, herdû aliyan jî hev bi endamtiya FETOyê tawanbar dikirine û herî dawî Volkan Bayar, gule li 4 mamosteyan barandin û ew kuştin.
Hurriyet: Kêlî bi kêlî qetliyam
Li Zanîngeha Osmangazî ya li Eskîşehîrê Volkan Bayarê ku gef li hevkarên xwe dixwaribûn û digotibû ‘ew karê jarjorekêye’ 4 kes kuştin. Di derheqê wî de çend caran gilî hatine kirin lê tu kar bo wan giliyan nehatye kirin.
Sozcû: Şerê FETOyê yê li zanîngehê qetliyam bi xwe re anî
Lêkolînêr Volkan Bayar hevkarên xwe bi tometa FETOyê îxbar kirin. Wan jî bi îdiaya ku ew krîpto ye îxbar kirin û wî êrîşeke çekî bir ser dibistanê. 4 kes kuştin.
HaberTurk: Li fakulteyê qetliam
Lêkolînêrê li Zanîngeha Osmangazî Volkan Bayar avête ser fakûlteyê û 4 akademisyen kuştin.
Posta: Hesabê 4 canan bidin
Lêkolînêr Volkan Bayar 4 li Zanîngeha Osmangazî 4 mamoste qetil kirin. Doçent Ayşe Aypay xwe ranegirt û got bihêlin ez biaxivim û wiha got, “Tevî giliyên me yên ew şexsê FETOyî zanîngehê ew parast. Niha bila hesab bidin.”
Cumhuriyet: Li akademiyê qetliam
Cihêkariya ku li nava civakê hatiye çandin veguhezî cînetê. Li zanîngehê 4 kes hatin kuştin.
Vatan: Li kampûsê qetliam
Lêkolînêrê Zanîngeha Osmangazî Volka Bayarê ku di derbarê wî de lêpirsîna FETOYê hatibû vekirin 4 hevkarên xwe li dibistanê kuştin.
Takvîm: Dehşeta Akademîk
Lêkolînêr Volkan Bayarê li zanîngeha Osmangazî 4 hevkarên xwe kuştin.
Li Nexweşxaneyê şewat
Mijareke din ya metirsîdar jî şewata li nexweşxaneya Taksîmê bû. Agir bi nexweşxaneya li Gazî Osman Paşayê ket û metirsiyeke mezin rû da. Li ser medya Tirkiye dûmahiyên vê babetê jî berdewam in.
Evrensel: Li Nexweşxaneya Taksîmê bazara jiyanê
Cehpeyê derve ku diviyabû neşewite ji nişkê ve bû alav, elermên şewatê neşuxulîn, deriyên şewatê venebûn, rê tengbûn û midaxale bi zehmetî hate kirin.
Hunermendên ku çûbûn piştgiriya leşkeran
Yek ji mijarên ku li ser medya Tirkiye berdewam e ku bibe cihê nîqaşan jî ew hunermendên ku tevî serokomarê Tirkiye çûbûn qereqolekî li ser sînorê Sûriye. Ew mijar ji aliyê opozisyonê ve bi tundî tê şermezarikrin. Serokê CHPê Kiliçdaroglû ew rewş bi necidiyetî rexne kir, nûnerên hikûmetê jî bersivên tund dan Kiliçdaroglû. Ew mijar weke du alîbûna hunermendan tê nirxandin.
Guneş: Çima tu naçî?
Seredana hunermendan ya ji bo moral dayîna eskerên kul e Efrînê destan nivîsîbûn Kiliçdaroglû dîn kir. Ew naskiriyên ku Kiliçdaroglû heqaretan li wan dibarîne û wan weke hedef nîşan dide dipirsin: Ji bo çi tu naçî?
Sabah: Di heqaret û derewan de ferqa Kiliçdaroglû û FETOyê nîn e
Serokomar Erdogan ji bo serokê CHPê ku heqaret li wî kiribû got îftira ehlaqê FETOyê ye û li hemberî Kiliçdaroglû dozeke tazmînatê ya 500 hezar lîre vekir.
Star: Divê hesabê vê rezîliyê bê pirsîn
Serokê CHPê Kiliçdaroglû ku tevî alikarên xwe mesaiyeke mezin ji bo rawestandina operasyona Efrînê kiribûn, doh jî berdewam kir li ser heqaretên ku civakê dikin du par.
Milat: Siyaseta sêfîl û nehêja
Berdevkê Serokomariyê İbrahîm Kalin ji bo wan heqaretên Kiliçdaroglû ên li hemberî hunermendên ku çûbun seredana leşkeran got, “ew nîşaneya siyaseta wî ya sêfîl in.”
Hatina Penaberên Afganî
Di van rojên dawîn de pêlek ji penaberên Afganistanê berê xwe dane Tirkiye. Afganî qefle bi qefle, ji welatên xwe derdikevin û peyatî di ser îranê re têne Tirkiye. Penaber pêşî li Erzeromê kom dibin û pişt re jî berê xwe didin Stenbolê. Medya Tirkiye jî çend rojên dawîn de bala xwe dide ser vê mijarê.
Milliyet: Otobana Penaberan
Bi deh hezaran penaberên Afxanî ên ku dixwazin ji bêkarî û şer rizgar bibin, piştî rêwitiyeke tije zehmet digihîjin nava Tirkiye. Ew li ser rêyan weke lêhiyê diherikin.
Karar: Drama nû li ber derî ye
Di wê demê de ku Tirkiye hewl dide birînên Sûriyeyiyan bipêçe, 3 milyon Afgan jî dimeşin ser sînor. Rûhanî li Enqere drama însanî weke kertika penaberan danîser maseyê û derbasbûna ser penaberan ya ser bi Îranê re zêde bû.
Qeyrana li Sûriye
Qeyran, şer û kêşeyên li Sûriye û dûmahiyên wê jî berdewam in ku li ser medyaya tirkiye cihê xwe bigirin. Daxuyaniyên Emerîka ên vekişîn û venekişînê, ragêşiya di nava Tirkiye û DYAyê de li ser medyayê berdewam e ku bibe cihê nîqaşan.
Dîrilîlîş Postasi: Heta ku perçe nekin dernakevin
Sarah Sanders berdevka koşka spî ku di derbarê vekişîna ji Sûrî de daxuyanî da got ku armanca wan ya niha ew e ku pêvajoyê di demekê de teslîmî hêzên xwecihî bikin. Ew jî îşareta wê yekê ye ku ew dê herêmê ji PKKê re terxan bikin.
Aydinlik: Em Iraqê nêzik bikin
Navaf Kiliç, Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Iraq û Tirkiye ku tevî şandekê seredana Iraqê kir, geşedanên aborî ên li Iraqê ji Aydinlikê re vegotin. Kiliç got: Em dixwazin Iraqê nêzik bikin.
Yenî Şafak: Merivê Îsraîlê hat kuştin
Di encama operasyoneke hevbeş ya MÎT û leşkeriyê de, berpirsê qada Erzeromê yê PKKê Sayilgan, tevî 7 PKKyiyan hate kuştin. Mehmet Sayilganê ku di nava lîsteya sor de bi xelateke 4 milyon dolarî lêger di derheqê wî de hebû, ji grûba Amanosêbû ku pêwendiyên wê grûbê bi Îsraîl re eşkere bibûn.
Yenî Bîrlîk: Hamza Bîn Ladîn li ser dikê ye
Hate îdiakirin ku kurê Usamê Bîn Ladîn ê ku hatibû kuştin, Hamza Bîn Ladîn bûye serokê DAIŞê û amadekariya êrîşên li hemberî welatên rojavayî dike. Hamza Bîn Ladîn ji alî Emerîkayê ve weke terorîstê gerdûnî tê nîşandan. Hêzeke brîtanyayê bo girtina wî beriya demekê derbasî Sûriye bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse