Xelk li bendê ye ku hikûmet, rêveberî û polîtîkaya aboriyê biguherîne

03-06-2023
Omer Sonmez
Xelk li bendê ye ku hikûmet, rêveberî û polîtîkaya aboriyê biguherîne
Xelk li bendê ye ku hikûmet, rêveberî û polîtîkaya aboriyê biguherîne
Nîşan Tirkiye Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyaset û civata Tirkiyê piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê; careke din vegeriya ser rojeva krîza aborî, enflasyona bilind û bihabûna kelûpelan. Piştî hilbijartinan xelk êdî li bendê ye ku kabîneya nû ya serokkomariyê bê damezrandin û politikaya hikûmetê ya aboriyê bê guhertin. Tirkiye êdî hilbijartinên 14ê Gulanê û 28ê Gulanê li pey xwe hîşt û careke din vegeriya ser rojeva krîza aborî, enflasyona bilind û bihabûna kelûpelan.

Piştî hilbijartinan xelk êdî li bendê ye ku kabîneya nû ya serokkomariyê bê damezrandin û politikaya hikûmetê ya aboriyê bê guhertin.

Yek ji sûkên herî qelebalix ên Stenbolê sûka Beyazitê esnaf û welatî her ji ber bihayên zêde û nediyariya aboriyê bi gilî û gazinc in.

Xebatkar Ali Yuksel got, “Ji ber bihayên zêde li nav bazarê zêde kirîn û firotin çênabe. Aboriya xirab bi her awayî xwe dide der. Hîn zû ye meriv piştî hilbijartinan li benda başbûna aboriyê be. Hîn hikûmet nehatiye avakirin.”

Esnaf Ahmet Alptekin anî ziman, “Dema hilberîn tunebe bihayê tiştan zêde dibe. Niha li ba me hilberîn tune ye. Ji xwe Tirkiye girêdayî hawirdekirinê ye. Divê hilberîna xwemalî zêde bibe.”

Beşek ji xelkê Stenbolê ku piştgirî dane AK Partiyê û Erdogan jî bi hêvî ne ku di heyama nû de hikûmet hin guhertinan di rêveberiya aboriyê de pêk bîne û rewşa aboriya Tirkiyê ber bi başbûnê ve bibe.

Xebatkar Recep Akdeniz li ser rewşa aborî got, “Heger dolar zêde bilind nebe wê îstîqrar çêbibe. Wate wê rojên xweş bên. Helbet me tengasiya aboriyê dît. Lewra erdhej çêbû û enflasyon zêde bû. Lê êdî piştî hilbijartinan hêviya me sererastkirina aboriyê ye.”

Welatiyê xanenişîn Suleyman Kirbuyuk anî ziman “Ez bi hêvî me ku wê di nava 6-7 mehan de rewşa Tirkiyê baş bibe. Zemên li ser hev bes li Tirkiyê na, li tevahiya dinyayê hebû. Lê divê esnaf û xelkê Tirk hinek bi sebir be.”

Piştî hilbijartinan lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide. Lewra piştî hilbijartinan dolarê Amerîkî li beramberî lîreyê Tirkî bi qasî 1 lîre bilind bû û gihîşt derdora 21 lireyî. Aborînas û saziyên fînansî pêşbînî dikin ku heta dawiya salê dolar bigihîje derdora 24-25 lireyê Tirkî.

Pisporê Piyasayê Reşat Yilmaz got, “Niha nirxê dolar hev nagire. Lewra li Bankaya Navendî û li bankayan bi bihayekî din tê firotin lê di piyasaya serbest de bi bihayekê zêdetir tê firotin. Ji xwe ferqa di navbera kirîn û firotina dolar de gelek zêde ye. Wiha dewam bike em li bendê ne ku dolar di mehên Îlon û Cotmehê de bibe 25-26 lire. Lê havînê bi hatina geştyar û pereye biyanî wê bi demkî be jî hinek deste Tirkiyê rehet bike.”

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), rêjeya enflasyonê ya Nîsana 2023an wek ji sedî 67,20 eşkere kiribû. Lê li gorî Grûba ENAGê ku saziya serbixwe ya akademisyen û aborînasan e, rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 105.19 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst