Serokên derdora 20 welatan beşdarî merasîma sondxwarina Erdogan dibin

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên derdora 20 welatan beşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a sibe dibin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo wê merasîmê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê ve hatiye vexwendin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê 2ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê sonda Serokkomariyê dixwe û piştî sondê bi awayekî fermî dest bi kar dike.

Li gor zanyariyên ku di medyaya Tirkiyê de belav bûne, serokên derdora 20 welatan di merasîma sondxwarina Erdogan de beşdar dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo beşdariya di mersîma sondxwarinê de, piştî encamên hilbijartinê bi awayekî fermî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve hatiye vexwendin.

Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyê de belav bûne, tê pêşbînîkirin Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan jî ji bo beşdariya merasîma sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Tirkiyê bikin.

Herwiha tê gotin ku serokên Azerbaycan, Kazaxistan, Cezayîr, Macaristan û Ruandayê jî di nav serokên wan 20 welatan de ne ku biryar e beşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê bibin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariyê yên di 28ê Gulanê de li hember hevrikê xwe Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya ji sedî 52.18ê dengan biserket û bû Serokkomarê 13emîn ê Tirkiyê.

Ev cara sêyem e ku Erdogan dibe Serokkomarê Tirkiyê. Erdogan cara yekem di sala 2014an de bû Serokkomar û piştre jî di hilbijartinên 2018an de wek Serokkomarê 12emîn ê Tirkiyê hatibû hilbijartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst