MHP: Dibe ku Kiliçdaroglu careke din bibe serokê CHPyê

1 demjimêr berê
Nîşan Fetî Yildiz CHP Kongre Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku  dibe ku Kemal Kiliçdaroglu careke din bibe serokê CHPyê.

CHPyê kongreya xwe ya 3nemîn 4 û 5ê Çiriya Paşîn a 2023yan li dar xistibû.

Di wê kongreyê de Ozgur Ozel wekî Serokê Giştî yê CHPyê hatibû hilbijartin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser 38emîn Kongreya CHPyê û nîqaşên betalkirina kongreyê daxuyaniyek da û bal kişand ser pêvajoya hiqûqî ya ku didome.

Doz di qonaxa îstînafê de ye

Wî ragihand ku doza betalkirina kongreya CHPyê niha di qonaxa îstînafê de ye û saziyên dadweriyê dosyayê lêkolîn dikin.

Li gorî gotina Yildiz, ev doza betalkirinê bi hinceta "binpêkirina vîna delegeyên kongreyê" hatiye vekirin.

Ozgur Ozel di kongreya navborî de, ji serokê wê demê Kemal Kiliçdaroglu zêdetir deng bi dest xistibûn.

Bi vî awayî Ozgur Ozel bûbû Serokê Giştî yê CHPyê.

"Eger kongre were betalkirin dê çi bibe?"

Yildiz ragihand ku dadgeha herêmî berê bêyî nirxandina naverokê daxwaza betalkirinê red kiribû.

Lê piştre doz ji bo lêkolînê birin Dadgeha Herêmî ya Dadweriyê ya Enqereyê (Îstînaf).

Li gorî agahiyên ku Yildiz dane, Dadgeha Îstînafê ji dadgehên Enqere û Stenbolê daxwaza delîl û belgeyan kiriye.

Yildiz da zanîn ku dadgeh hîn wan belgeyan lêkolîn dike û pêvajo didome.

Ev daxuyanî nîşan dide ku nîqaşên li ser betalkirina kongreya CHPyê ne tenê mijareke siyasî ne di heman demê de ev pêvajoyeke hiqûqî ye jî.

Di parvekirina Fetî Yildiz de beşa herî balkêş nirxandinên wî yên li ser encamên betalkirina kongreyê ne.

Yildiz diyar kir, eger biryara betalkirinê were dayîn û teqez bibe dê tîma Ozgur Ozel bikeve.

Li şûna wan dê tîma Kemal Kiliçdaroglu careke din bibe desthilat û ji aliyê hiqûqî ve ew dê bibin berpirsên fermî.

Ev nirxandina Yildiz bû sedem ku pirsa "Eger kongre were betalkirin dê çi bibe?" bikeve rojeva CHPyê.

Daxuyaniyên Bahçelî

Feti Yildiz ev daxuyanî piştî nirxandinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî belav kir.

Bahçelî berî niha li ser CHPyê axivîbû.

Wî ragihandibû ku CHP ji dema damezrandina xwe ve saziyeke siyasî ya pir girîng e.

 

Bahçelî gotibû ku divê rê neyê dayîn ku CHP ji aliyê hiqûqî ve zererê bibîne.

Parvekirina Fetî Yildiz jî wekî çarçoveyeke hiqûqî ya van daxuyaniyên siyasî yên Bahçelî hat nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst